1 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Nabe ku dengê aştiyê were sansurkirin

DFGê, bertek nîşanî hedefgirtina saziyên Çapemeniya Azad a daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd xist rojeva xwe da û got: “Em, astengkirinên cihêkar qebûl nakin.”  

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), têkildarî sansura li dijî saziyên Çapemeniya Azad a ji ber şopandina daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya duh li Qendîlê hatibû dayin, daxuyanî da. DFGê, destnîşan kir ku daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd ku ragihand bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevahiya hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişîne, di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê, di çapemeniya hemû cîhanê de deng vedaye.

DFGê got ku medyayê bi refleksa rojnamegeriyê hemû kitekitên daxuyaniyê parve kiriye û wiha dom kir: “Yek ji van hûrgiliyan jî dîmenên daxuyaniya dîrokî bû. Tevî vê gava dîrokî ku îxtîmala aştiya li herêmê zêde dike jî, Instagram, YouTube û Tiktokê bi zîhniyeta xwe ya qedexeker, hem kêliya dîrokî hem jî rojnamegerî di bin siyê de hişt. JINNEWS, Ajansa Welat, Rojnameya Yenî Yaşamê û Ajansa Mezopotamyayê ku ji kevneşopiya Çapemeniya Azad in, ji ber ku ev kêliyên dîrokî bi xwînerên xwe re parve kirin, rastî sansurê hatin. Hesabê Instagramê ya fermî ya Ajansa Mezopotamyayê û hesabê Tîktokê ya JINNEWSê hatin girtin. Herwiha naverokên li ser hesabên Instagramê yên JINNEWS û Rojnameya Yenî Yaşamê, hesabê Tîktokê ya Ajansa Welat û hesabê YouTube ya JINNEWSê hatin parvekirin jî bi hinceta ‘qeydên komê binpê kiriye’ hatin jêbirin. Tevî ku medyaya nêzî îktîdarê zimanê şer bi kar tîne jî rastî tu astengiyan nayê.”

DFGê ragihand ku platformên behsa xeberê li dijî Çapemeniya Azad cihêkariyê dikin û ev cihêkarî nayê qebûlkirin. DFGê anî ziman ku ev rewş li dijî ruhê pêvajoyê ye, bang kir ku saziyên medyaya dijîtal dev ji vê polîtîkaya sansurê berdin û got: “Em vê cihêkariyê qebûl nakin û dibêjin nabe ku dengê aştiyê bê sansurkirin. Banga me li platformên behsa xeberê ye ku naverokên hatine astengkirin tavilê dîsa vekin.”