Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 6ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da.
DFGê di daxuyaniya xwe de wiha got, “Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê di sala 1996’an de bi armanca mijarê têxe rojeva raya giştî, 6ê Nîsanê roja qetilkirina rojnameger Hasan Fehmî Bey weke ‘Roja Şehîdên Çapemeniyê’ îlan kir. Di sala 2005an de navê roja bîranînê weke ‘Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin’ hate guhertin. Ji wê demê ve li Tirkiyeyê bi taybetî jî li Kurdistanê rojnameger ji bo aşkerakirina heqîqetê dibin hedef. Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistana Federe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di 5 salên dawî de 15 rojnameger hatin qetilkirin.”
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de DFGê diyar kir ku Apê Mûsa, Hrant Dînk, Metîn Goktepe, Abdî Îpekçî, Nagîhan Akarsel, Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, Gulistan Tara, Azîz Koyluoglû di nav de bi dehan rojnamevan ji aliyê hêzên ku ji rastiyan aciz dibin ve hatin kuştin. DFGê da zanîn ku her komkujî êrişa li dijî demokratîkbûna van axan e. DGFê destnîşan kir ku her çiqas rastî bi kuştina wan hatibe xwestin bê veşartin jî, mîrat û ramanên ku wan hiştine wê her tim bijîn.
Di dawiya daxuyaniya xwe de DFGê wiha got, “Em jî dê li ser şopa rojnamegerên hatine qetilkirin bimeşin û pênûsa wan li erdê nehêlin.”