11 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Divê cenaze tavil bên dayîn

DFGê diyar kir ku radestkirina cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi awayekî keyfî tê astengkirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî şandeya ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ji hêla Dewleta Tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHAyan hatin kuştin dixwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibin lê li deriyê sînor hatî astengkirin, daxuyanî da. DFGê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal Xê daxuyanî da û got ku nedayina cenazeyan bi awayekî keyfî tê astengkirin.

DFGê wiha got: “Ji bo wergirtina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di 19ê kanûnê de bi SÎHAyan hatin kuştin, şandeyeke ku endamên komeleya me jî di nav de xwestin derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe û cenazeyan wergire.

Şandeya ku malbat jî di nav de ne, ev 17 saetin li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin. Teslîmkirina cenazeyan bi hincetên keyfî tê astengkirin. Bi nedayina cenazeyan re hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin.

Mafê her welatiyekî heye ku li gorî bawerî û çanda xwe were definkirin û mafê her welatiyên xizmên xwe windakirin ê şîngirtin heye. Divê şande tavilê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbas bibe, cenazeyên rojnamegeran wergire û cenaze bên definkirin.”