Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Meha Cotmehê” aşkere kir. DFG’ê di raporê de diyar kir ku wan meheke ku êriş û zextên li dijî rojnamevanan zêde bûne li pey xwe hişt û ev agahî dan: “Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li ser rojnamevanan bi awayekî berbiçav zêde bûne. Tenê di meha cotmehê de 9 hempîşeyên me hatin astengkirin û bi tundî û gefa polîsan re rû bi rû man. Polîsên ku êrişî mitînga di 13’ê cotmehê de hate lidarxistin kirin, çar rojnamevanên jin di dema şopandina nûçeyê de astengkirin. Di 15’ê cotmehê de jî 3 rojnamevanên ku di çalakiya “Ji şer re na, a niha aştî” ya li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê hate lidarxistin de nûçe dişopandin binçavkirin. Di meha cotmehê ya 9 rojnamevan hatin binçavkirin de, li 11 rojnamevanan mûameleya nebaş hate kirin û gef li 7 rojnamevanan hate xwarin. Di encama darizandinan de di 39 dosyayan de 104 rojnamevan tên darizandin li 11 rojnamevanan 19 sal û 8 meh û 13 roj cezayê hefsê hate dayîn. Derbarê 7 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin û derbarê 6 rojnamevanan de jî doz hate vekirin.
Yek ji zexten li ser çapemeniyê jî mijara sansurê ye. Weke di cînayeta Narîn Guranê de, di êrişa TÛSAŞ’ê de jî mecrayên weke X, Înstagram, Facebook û Youtubê ku di cîhanê de herî zêde aboneyên wan hene ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Desthilata ku veşartina rastiyan a ji gel ji xwe re kiriye regez, xwegihandina 119 hesabên medyaya dîjîtal asteng kir, bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal gelek welatî jî binçav kirin.
Em dixwazin behsa rojnameya Yenî Yaşamê û Açik Radyoyê jî bikin. Xwegihandina gelek nûçeyên rojnameya weşana rojane dike, hatin astengkirin, di meha cotmehê de derbarê 3 hejmarên rojnameyê de biryara komkirinê hate dayîn. Weke ku ev biryara kevn tê re nekiribe, xwegihandina quncik nivîseke di rojnameyê de hate weşandin jî hate astengkirin. Her wiha belavkarên rojnameyê hatin binçavkirin û gef li wan hate xwarin. Radyoya Açik ku cudahiyan di nava xwe de dihewîne, li ser pirsgirêkên civakî û krîza avhewayê disekine di weşana radyoyê de weke mînak tê nîşandan, bi salan e bi cezayên pereyan ên RTUK’ê re rû bi rû ye. RTUK’ê herî dawî, weşana Radyoya Açikê bi dawî kir.
Binpêkirinên li dijî mafên mirovan wiha ne:
Rojnamevanên rastî êrişê hatin 1
Rojnamevanên bi ser malên wan de hatin girtin 1
Rojnamevanên hatin binçavkirin 9
Rojnamevanên hatin girtin 1
Rojnamevanên rastî mûameleya nebaş hatin 7
Rojnamevanên gef li wan hate xwarin 11
Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin 9
Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin 7
Rojnamevanên derbarê wan de doz hatine vekirin 6
Rojnamevanên hatine cezakirin
Hejmara kesan 11
Cezayê Hefsê 19 sal û 8 meh û 14 roj
Cezayê Pereyî 5 hezar û 700 lîre
Rojnamevanên darizandina wan berdewam dike
Hejmara Dosyayan 39
Hejmara Kesan 104
Hejmara rojnamevanên girtî (ji 2’yê mijdara2024’an ve) 38
Rojnamevanên ji kar hatin derxistin 8
Cezayên RTUK’ê Hejmara Weşanê 10
Qedexeya Weşanê (Biryara komkirinê) 3
Malperên înternetê yên hatin girtin 11
Nûçeyên xwe gihandina wan hatin astengkirin 63
Naverokên medyaya dîjîtal ên naveroka wan hatine astengkirin 126”