7 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Dê rojnamger heqîqetê binivîsînin

DFGê nerazîbûn nîşanî cezayê hepsê yê 6 sal û 3 mehan li 7 rojnamegeran hatiye birîn da û got: "Dê rojnameger heqîqetê binivisînin.”

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X’ê derbarê biryara Dadgeha Edlî ya Herêma Enqereyê ya li ser dosyaya ku 11 rojnameger tê de dihatin darizandin û cezayê 6 sal û 3 meh ê girtîgehê yê li nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, Selman Güzelyuz, Emrullah Acar, Zemo Aggoz, Mudira Nûçeyan a JINNEWSê Oznur Deger û rojnamevan Denîz Nazlim û Hakan Yalçin hatiye birîn, daxuyaniyek da.

DFGê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku erêkirina biryarê xelekeke êrişên ku di demên dawî de li dijî azadiya çapemeniyê ye û ev tişt got: “4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Deger, Şefê Buroya MAyê ya Enqereyê Selman Guzelyuz, nûçegihanên MAyê Emrûllah Acar û Zemo Aggoz Yîgîtsoy û rojnameger Hakan Yalçin û Denîz Nazlim birîbû. Ev ceza ji aliyê 22yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Herêmî ya Enqereyê (Dadgeha Îstînafê) hat pejirandin. Cezayê rojnameger Bêrîvan Altan ku di heman dosyayê de ceza lê hatibû birîn jî hat xerakirin.

Pejirandina cezayan a ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve xelekeke êrişên ku di demên dawî de li dijî azadiya çapemeniyê zêde bûne. 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bêyî ku delîlek hebe tenê ji ber xebatên rojnamegeriyê bi awayekî bêhiqûqî li hempîşeyên me ceza birî. 22yemîn Daîreya Cezayê jî bi pejirandina van cezayan rê li ber vê bêhiqûqiyê vekir.

Pejirandina cezayan hem êrîşa li ser azadiya çapemeniyê ye û hem jî darbeyeke li atmosfera demokratîkbûyînê ya ku li Tirkiyeyê di rojevê de ye. Ev biryara ku berovajiyê ruhê pêvajoyê ye, divê ji aliyê hikûmeta AKPê ve bê ravekirin.

Hempîşeyên me yên ku cezayên wan hatine pejirandin, tevî hemû zextan jî rojnamegeriya xwe didomînin. Ev yek jî ji feraseta ku ceza li hempîşeyên me birîye re bûye derdekî mezin. Em van cezayên bêhiqûqî qebûl nakin, em ê têkoşîna hiqûqî ya hempîşeyên xwe veguhêzin dadgeha jortir. Em ê tevî cezayan jî nivîsîna heqîqetan bidomînin.”