13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: 62 rojnameger girtî ne

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha mijdarê parve kir. DFG’ê diyar kir ku Hevseroka Komaleya wan Dicle Muftuoglu jî din av de hê 62 rojnameger di girtîgehê de ne û got: “Ev aşkera dike ku li Tirkiyeyê desthilatdarî hewl dide ku rojnamegeriyê kirîmînalîze bike.”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafan a meha mijdarê aşkere kir. DFG’ê di raporê de anî ziman ku di 11 mehên borî de tê dîtin ku zor û binpêkirinên mafên rojnamegeran zêde bûne û wiha cih da raporê: “Dîsa rojnameger bi rengeke cidî bi binpêkirinên mafan û bi çaftirsandinên desthilatdariyê re rû bi rû mane. Di dawiya mehê de bi taybet di roja “25’ê Mijdarê Têkoşîna Li Henber Tundiya Li Ser Jinan” de  jî rojnameger rastê tundiya polîs hatin. Li Şirnexê 2 rojnamegerên jin hatin derbkirin, kamerayên wan hat şikandin û hatin binçavkirin. Di heman rojê de li Amedê jî tundî li rojnamegeran bû. Disa polîsan tundî li rojnamegerên jin kirin û rê nedan ku dîmenan bikşînin. Bi vê nehatin ser kamerayên wan li erde xistin û şikandin. Ev dîmen û pêkanînên tundiyê ya li ser rojnamegerên jin di ve roja pîroz a têkoşîna ji bo tundiya li ser jînê de helwesta disthilatdariyê ya li hember rojnamegeriyê bi awayeke vekirî daye ber çavan. Em êrişa li ser van rojnamegeran bi tundî şermezar dikin.”

5 rojnameger hatin girtin

DFG’ê di raporê de anî ziman ku di nav mehê de hejmareke zêde rojnameger hatin binçavkirin,  5 rojnameger hatin girtin û wiha lê zêde kir: “Rojnameger ji ber nûçeyên çêkirine rastê lêpirsînê hatin, hin ji wan doz li wan hatin vekirin û hatin darizandin. Bi dehan  rojnameger rojên xwe di eywanên edliyeyan û danişînên mehkemeyan de derbaskirin. Piştî 18’ê Cotmeha 2022’an ku Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan “Yasaya Dezanformasyonê” îmze kir û di rojnameya fermî de weşand, rê li ber sansorê vebû û rê li ber azadiya reman hat girtin.  Di 1’ê Mijdarê de bi angaşta ku nûçeya “ne rast ya raya giştî dezeforme kirî” Nivîskar û Rojnamegerê malpera T24 Tolga Şardan het girtin. Şardan li ser îtîraza parêzerên xwe roja 6’ê Mijdarê hat berdan. Heman rojê Nivîskarê halktv.com.tr Dinçer Gokçe, rojek pişt vê Nivîskarê Kısa Dalga Cengiz Erdinç bi heman angaştê hatin binçavkirin û hatin berdan. Rojnameger Dilşat Kocakaya ji bo ku di kampanyeya Rojnameya Ozgur Gundemê de rojek piştgirî dabûn û bûbûn Berpirsê Weşana Rojnameyê ceza lê hatibûn birîn. Ev ceza piştî li Yargitayê jî hat erêkirin Rojnameger Kocakaya 1’ê Mijdarê hat girtin. Van mînak jî aşkera dikin ku di meha Mijdarê de jî desthilat hewl da bi deste darazê rojnamgeran bitirsîne. Lê ev meh jî bi têkoşîna rojnamegeran ya li dijî tundî û tirsandinê derbas bû.”

62 rojnameger girtî ne

DFG’ê da zanîn ku Komîteya Parastina Rojnamegeran a Navneteweyî (CPJ) di meha Cotmehê de rapora xwe di bin navê “Kirîza Azadiya Çapameniyê Ya Li Tirkiyê” de weşand û wiha pêde çû: “Di raporê de tê gotin ku di cîhanê de welatê ku herî zêde rojnameger lê tên girtin Tirkiyeye. Li gor rapora me Hevseroka Komaleya me Dicle Muftuoglu jî di nav de hê 62 rojnameger di girtîgehê de ne. Ev hêjmar jî aşkera dike ku li Tirkiyeyê desthilatdarî hewl dide ku rojnamegeriyê kirîmînalîze bike. Di serî de Dicle Muftuoglu û hemû rojnamegerên din yên ku bi boneya pîşeyên xwe girtîne pêwîste ku demildest serbest bên berdan.”

DFG’ê da zanîn ku di Mijdarê de ji bo 1022 nûçe, 231 parvekirinê Medya Dijîtal biryara xwe negîhandinê dan û wiha cih da raporê: “3 malperên internete hatin girtin. Ev hejmar meziyniya sansurê ya di qada nûçegihaniyê de pêk hatiye datîne holê. Roj nîn e ku hin rojnameger hedef tên girtin, bi heqaretan re rû bir û dimînin, ji ber ku rojnameger karê xwe dikin tên binçavkirin, tên girtin, rastê tundiyê tên. Her çibe jî rojnamegerî mafê rojnamegerane û dê rojnameger vê mafê xwe bikar bînin û mafê gel ê ragihandinê bibersivînin. Di derbarê pîvana rojnamegeriya gerdûnî de rewşa Tirkiyeyê li ber çavan e.  Girtin û zîndanîgkirina rojnamegeran naye qebûlkirin. Hêvî dikin ku êrişa li ser pîşeya rojnamegeriyê bi dawî bin. Wek geveke yekemin yê vî hêviyê serbeset berdana Hevserok me Dicle Muftuoglu û hevpîşeyên me yên din e. Girtîgeh ne cihê rojnamegeran e!”

DFG’ê herî dawî di raporê de bibîr xist ku di 3’yê Kanûna 1994’an de Rojnameya Ozgur Ulke bi rêze êrişa bombeyî rastê êrişa tunekirinê hat û wiha bi dawî kir: “Di salevera vê êrişê de jî dertê ku Rojnameger û rojnamegerî  naye tirsandin û naye rewestandin. Di dawiya nirxandinê de careke din vê êrişa hovane şermezar dikî. Di şexsê Rojnameger Ersîn Yildiz ku di vê êrişê de hat qetilkirin hemû şehîdên çapameniyê careke din bi rêzdarî bibîrtinin.”