12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewrêşê kurdan Aktaş bi girseyî spartin axê

Bi sedan kesan cenazeyê endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ku wekî dewrêşê kurdan dihat nasîn li Meletiyê bi girseyî spartin axê. Rojnameger Haydar Ergul di merasimê de axivî û got: “Ji bo komara înkarger veguherînin komareke demokratîk, em bûn bersîva banga daxwaza aştiyê.”

Endama Koma Duyemîn a Aştiyê Alî Şukran Aktaş ku di 29’ê cotmeha 1999’an de ji Ewropayê hate Tirkiyeyê, li Îzmîrê ji ber nexweşiya penceşêrê di 12’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aktaş li warê wî gundê Taruca yê navçeya Arxan a Meletiyê hate definkrin. Endamên malbatê, Hevserokên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, siyasetmedar Sebahat Tuncel, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, sazî û dezgehan, partiyên siyasî û gelek welatî jî tev li merasîma definkirinê bûn. Kesên beşdarî torena cenazeyê ya li Cemxaneya Daricayê bûn, wêneyên Aktaş hilgirtin. Toren, bi hişyarkirina cenazeyê ya ji hêla Pîrê Cemxaneyê ve dest pê kir. Piştre xwişka Aktaş, Fadîme Aktaş axivî û got: “Serê gelê kurd sax be.”

‘Li ser banga Abdullah Ocalan hatin’

Piştre jî rojnameger Haydar Ergul ê ku li gel Aktaş di heman Koma Aştiyê de cih digirt axivî. Ergul, da zanîn ku jiyana Aktaş bi têkoşînê derbas bûye û wiha got: “Tu kes bi dilxwazî naçe girtîgehê. Lê hevalê Alî, di çarçoveya banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a aştiyê de bi dilxwazî hate vê derê. Nîqaşa ‘gelo em ê çiqas di girtîgehê de bimînin’ nekir. Ji bo azadî, demokrasî û aştiyê hate vir. Me bi hev re di 4 rojên binçavkirinê de pêvajoyeke giran jiya. Lê tu caran serî netewand û li ber xwe da. Hevalekî dilnizm bû û dilsozê doza xwe bû. Kesayeteke kedkar û fedekar bû. Her tim li ber xwe dida. Ji hêla fikrî ve xwe kûr dikir, li çareseriyê digeriya û dizanî ku ji bo demokrasî û azadiyê hewcehî bi aştiyê heye. Yek ji kesên herî çalak bû lê tu caran pêşçav nebû. Ev jî çandeke ku tevgera azadiyê afirandiye.”

Di berdewamê de Ergul anî ziman ku weke Koma Aştiyê di salvegera damezirandina komarê de hatine Tirkiyeyê û wiha got: “Dîroka hatine me girîng bû. Ji bo komara înkarger veguherînin komareke demokratîk me bersiv da daxwaza aştiyê. Heval Alî jî ji bo vê daxwazê li vir bû. Ji heqiyê hat û di rêya heqîqetê de çû.”

 Balindir: Ew dewrêşê kurdan bû

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî ev tişt anî ziman: “Heval Alî derwêşekî kurdan bû. Ji bo heqîqetê têkoşiya. Em jî dê di rêya wî de bimeşin. Li ser banga aştiyê ya birêz Ocalan hat vê derê. Têkoşîna xwe li vir jî domand. Zîhniyeta înkarê ji wê demê ve didome lê hevalên weke heval Alî têkoşîna xwe domandin. Dê bi milyonan hevalên wî jî meşa xwe ya di rêya wî de bidomînin.”

 Hatîmogullari: Tirkiye ev şans winda kir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Alî Şukran şoreşgerek bû ku ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê têkoşiya. Ji bo aştiya Tirkiyeyê şensekî mezin bû. Hevalên weke heval Alî Şukran ne tenê gelê kurd, li Tirkiyeyê tovikên pêkvejiyanê reşandin û mohra xwe li xebatên dîrokî dan.”

Piştî xwendina gulbangê, li ser wesiyetê cenazeyê Aktaş birin goristana gund. Jinan cenazeyê Aktaş hilgirtin û bi tililî û çepikan birin goristanê. Aktaş, bi dirûşma “Şehîd namirin” li rex dayika xwe hate definkirin.

Merasîma definkirinê piştî belavkirina loqmeyê bi dawî bû.