Li Dêrsimê gelek navendên baweriyan û ziyaretên elewiyan hene. Yek ji van jî ziyareta Dayika Fatma ye. Dayika Fatma li ber çemê Munzurê 3 kîlometre ji navenda Dêrsimê dûr e. Ziyareta Dayika Fatma ji aliyê bi hezaran kesan ve tê ziyaretkirin duayan dikin û çira lê tê pêxistin. Dayika Fatma bereketê temsîl dike. Dayika Fatma ji bo elewiyan nîşana bereketê ye. Xwarina ku li ser ziyaretê tê çêkirin navê “Lokmeya Dayika Fatma” lê dikin. Kesên tên ser vê ziyaretê ji tev li şîna wê ya li ser her dû zarokên wê yên şehîd dibin. Ji ber vê baweriyê ziyaret ji dîroka îslamiyetê heta îro hatiye. Ji bo ziyaretî çira vêxin û diayan bikin gelek kes li ser ziyaretê çira difiroşin û debara xwe pê dikin. Yek ji wan jî jina bi navê Besîme ye ku gundê wan gelek cara hatiye şewitandin.
Der barê firotina çirayan de dayika Besîme ji rojnameya me re axivî. Dayika Besîme diyar kir ku ji bo ew were li ziyareta Dayika Fatma çirayan bifiroşe, du wesayitan diguherîne û wiha got: “Ez ji gund têm sûkê, ji sûkê jî têm vir. Ji bo çûn û hatina xwe ya ziyaretê ez 40 tl heqê rê didim, lewre tiştek ji me re ji vî karî namîne. Temenê min 64 sale û hîna min tiştekî berhev nekiriye. Zarokê min hene ez ketime hetra ku ez ê çewa wan bizewicînim. Hevjînê min jî ji ber nexweşîna xwe, jiyana xwe ji dest da. Piştî ku ew mir ez jî wisa bitenê li holê mam. Ji ber wê yekê min ji neçarî dest bi vî karî kir.”
Ji neçarî vî karî dikim
Dayika Besîme anî ziman ku ji bilî wê çar kesê din jî li ser Ziyareta dayika Fatma vî karî dikin û ev tişt got: “Li vê ziyaretê 3 jin û mêrik jî tên çira difiroşin. Lê çûn û hatina wan li gorî ya min hêsantire. Ew li sûkê rûdinên û cihê wan ji yê min nêztire. Yê min bi otobûsa şaredariyê têm navendê, ji wir jî bi dolmuşê têm vir. Wekî berê pereyekî bi qîmet kar nakim. Hema ji neçarî vî karî dikim. Berê bi awayekî komî tûr amade dikirin, dihatin ziyareta Dayika Fatma dikirin. Dema wisa bi awayekî komî dihatin û rojê çend kom dihatin me jî çirayan zahf difirotin. Lê niha pir kêm kes tên serê vê ziyaretê. Ez şeveqê heta êvarê li vir rûdinêm, perê ku ez li vir kar dikim, tenê dikarim pê çend firingî û nan bikirim ji zarokên xwe re. Beriya 20 salan dema ku em li gundê xwe bûn me heywanan xwedî dikir. Rewşa me ji aliyê aborî de pir baş bû ku gundê me hat valakirin em wisa man. Me li gund her karî dikir. Dewletê me ji gundê me derxist û em neçarî sedeqayan kirin. Ka em çi bikin. Emir emir e. Kirine ku bêjin rûnê em rûdinên, bêjin rabin em radibin. Yê ji van bûyeran kar kir dewlet bû.”
Em nikarin debara xwe bikin
Dayika Besîme anî ziman ku her diçe nifşê nû vir nas nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku vê derê her diçe nayê nasîn kesên ku tên û diçin jî kêm dibin. Ev der cihê ku dayika Hasan, Huseyîn, hevjîna Hz. Alî, Dayika Fatma lê hatiye dîtin û windabûn. Cihekî pir girînge. Xelk tê serê lokma, xêr û xêratan belav dikin. Kerameta wê jî heye şikir. Li vir ava ku şîfa dide hebû. Lê niha ji ber ku av çikiyaye pir kêm kes tên. Kesên dihatin serê zarokê xwe dixistin avê, ji xwe re avê dibirin malê. Kesên zarokê wan tunebûn, kesên nexweşînê giran li wan bûn û kesê dixwastin bizewicin dihatin ser ava ziyareta Dayika Fatma. Lê her diçe ziyraretî kêm dibin. Firotana Mûm û çirayan jî kêm dibe. Em buhayekî danaynin ser çirayan, ji dilê kê çiqas were ev qas pere dide. Her tişt buha dibe. Êdî em nikarin debara xwe jî bikin.”