12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewletê ji bo çareseriyê gav neavêt

'Konferansa Aştî û Demokrasiyê' ya li Berlînê bi panela ‘Di Pêvajoyên Şer-Pevçûn û Muzakereyê de Tecrûbeya Tevgerên Muxalefetê' dewam kir. Di konferansê de Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal anî ziman ku li hemberî hewldanên Rêber Abdullah Ocalan dewletê gav neavêtiye û nêzî çareseriyê nebû ye.

Konferansa ku li paytexta Elmanya Berlînê tê lidarxistin bi moderatoriya Porf. Dr. Neşe Ozgenîn û beşdariya Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu û siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle bi panelê berdewam kir.

Hevserokê Giştî yê KONGRA GEL Remzî Kartal ê bi rêya Skypeyê ve beşdarî panelê bû, pêvajoya 2009’an a di navbera PKK û dewleta Tirk de dest pê kir, bi bîr xist. Kartal anî ziman ku piştî komploya navneteweyî dewleta Tirk bi feraseta ku PKK’ê hêza xwe winda kiriye tevdigere û PKK bi pêngava 2004’an hat asteke xurtir û destnîşan kir ku ev hem li hundir û hem jî li derve AKP’ê tengav kir.

Di kontrola dewleta sêyemîn de di navbera PKK û dewletê de hevdîtin pêk hatin

Kartal destnîşan kir ku hevdîtinên Osloyê yên ku di sala 2008’an de hatin destpêkirin û heta sala 2011’an dewam kirin û da zanîn ku cara ewil di bin kontrola welatekî sêyemîn de di navbera PKK û dewletê pêk hat û weke çavdêrekî bêalî beşdarî hevdîtinan bû. Kartal anî ziman ku bi awayekî aktîf tevlî pêvajoyê nebû. Kartal da zanîn ku yek ji encamên herî girîng ên hevdîtinan ew e ku hevdîtin hatin tomarkirin û bi protokolê hatin tescîlkirin. Kartal bi lêv kir ku lê belê di qonaxên dawî yên pêvajoyê de aliyê din hewl da ku ji bo xwe dem qezenc bike û gavên berbiçav neavêt.

Hevserokê KONGRA GEL Kartal da zanîn ku di sala 2009’an de biryar hat girtin ku di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nexşerêyek bê amadekirin û got, “Ev nexşerê bi civînên gel û bi beşdariyeke berfireh û bi nêrînên gelek beşan hat amadekirin. Rêber Apo di sala 2009’an de nexşerêya ku amade kiribû radestî dewletê kir. Lê belê dewletê girîngî neda vê nexşerê û ne gihand me.” Kartal da zanîn ku AKP di vê pêvajoyê de hewl da ji bo xwe dem qezenc bike û niyeta wê ya aştiyê tune bû. Kartal diyar kir ku tevgera Kurd hertim amade bû û bi awayekî zelal helwesta xwe di vê pêvajoyê de danî holê.

Di 2012’an de şer zêde bû

Remzî Kartal got, “Piştî hilbijartina di Tîrmeha 2011’an de hatin kirin, pêvajoya Osloyê bi dawî bû û muzakere rawestiyan. Di nîvê duyemîn ê sala 2012’an de pevçûn her ku diçûn zêde bûn. Erdogan li Osloyê pêşniyara çareseriyê nekir û dîsa piştî ku gerîla dîsa serweriya herêmê xist destê xwe dîsa vegeriya ser maseyê. Lê belê ev veger ji aştiyê bêhtir weke gaveke taktîkî hat binavkirin.”

Tundiya dewletê pêvajo bi dawî kir

Kartal wiha berdewam kir: “Di sala 2013’an de di pêvajoya ku weke hevdîtinên Îmraliyê tê binavkirin de Ahmet Turk û Ayla Akat Ata bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn û ji bo çêkirina nexşerêyeke nû gav avêtin. Lê her çendî pêvajoya aştiyê careke din di navbera tevgera Kurd û dewletê de hat nîqaşkirin jî di dawiya pêvajoyê de tu çareseriyek berbiçav pêk nehat û hewldanên beriya hilbijartinên 2015’an bê encam man. Pêşketinên siyasî û tundiya dewletê yên piştî 2015’an pêvajoya çareseriyê bi temamî bi dawî kir.”

Kartal da zanîn ku Tevgera Kurd di tevahiya pêvajoyê de jidil tevgeriya, lê dewlet û Erdogan ji bo ku di vê pêvajoyê de dem bi dest bixin tevgeriyan.

Dîcle: Dewletê çareserî nexwest

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle wiha axivî: “Li Tirkiyeyê di 12’ê Hezîrana 2011’an de hilbijartinên giştî pêk hatin. Piştî hilbijartinê 3 roj şûnde Rêber Ocalan di hevdîtina xwe ya bi heyeta dewletê re du xalên bingehîn ên ji bo dewamkirina pêvajoyê û çareseriya demokratîk pêşkêş kir. Yekem, dewleta Tirk û desthilata AKP’ê bi eşkereyî ji raya giştî re ragihînin ku wê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û siyasî were çareserkirin. Ya duyemîn jî, divê li Meclîsê Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin û ev komîsyon wekhev nêzîkî aliyan bibe. Ji ber ku hikûmetê van daxwazan li ber çav negirt, heyetên PKK û dewleta Tirk di 5’ê Tîrmeha 2011’an de ji bo hevdîtinên Osloyê hatin gel hev. Pêvajoya bi navê hevdîtinên Osloyê ku di 3-4’ê Îlona 2008’an de dest pê kiribû, bi dawî bû. Di 14’ê Tîrmehê de pevçûnên li Farqînê ku di encamê de 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn 2 roj şûnde dewleta Tirk li hemberî Qendîlê operasyona leşkerî da destpêkirin û hemû hesabûn AKP’ê pûç bûn.

Sala 2012’an bû sala ku herî zêde pevçûn qewimîn. Ji aliyekî ve asayîşa herêmî û giştî ket bin kontrolê. Di vê pêvajoyê de grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li girtîgehan jî girseyê xiste nava liv û tevgerê. Di demeke ku AKP herî zêde tevgav bû de, Serok Ocalan nameyek ji Erdogan re nivîsand. Bi kurtasî got, ‘Hûn nikarin bi tundiyê me têk bibin; di dawiyê de noqteya ku hûn bênê diyalog e. Ji ber vê yekê bi exlaqî tevbigerin. Em ji bo vê yekê amade ne’. Pêvajoya Îmraliyê di serê sala 2013’an de dest pê kir.

Di destpêka pêvajoyê de pêşnûmeya bi navê ‘Plana Çalakiya Aştiya Demokratîk’ ku ji aliyê Rêber Ocalan ve hatibû amadekirin ji sê qonaxan pêk dihat:

1) Rewşa bêpêvçûn were avakirin

2) Sererastkirina Destûra Bingehîn û qanûnan

3) Pêvajoya asayîbûnê…

Piştî ku bi vê planê nêrînên rêveberiya KCK’ê hat  girtin, Rêber Ocalan di 13’ê Sibata 2013’an de plansaziya çalakiya ku ji sê qonaxan pêk dihat pêşkêşî şandeya dewletê kir. Rêber Ocalan di merhaleya yekemîn de ji bo selametiya pêvajoyê balkişand ser girîngiya zimanê ku alî bi kar bînin û piştre di xala duyemîn a bi heman sernavê de jî ev tişt got: Ji bo li herêmên pêvçûnê vekişînek bi wate pêk were herî dereng heta Hezîrana 2013’yan tê hedefkirin.”

Dîcle di berdewamiya axaftina xwe de dudiliya sîstema dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya di pêvajoya aştiyê de û pêngavên wan ên ji bo bidestxistina demê rêz kir û got ku dewleta Tirk tu carî jidil nêzîkî aştiyê nebûye.

Kurkçu: Dewlet bi stratejiya mêtîngeriyê nêzîk dibe

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku israra Tirkiyeyê ya ji bo înkarkirina mafê diyarkirina çarenûsê ya gelê Kurd di 10 salên dawî de xistiye navenda pêvçûnên ku dimeşîne û anî ziman ku Tirkiye mafê diyarkirina çarenûsê ya gelê Kurd û azadiya beşên din ên etnîkî û kedkaran nas nake.

Kurkçu anî ziman ku Tirkiye li Başûr û Rojava operasyoneke nû ya dagirkerî û tepisandinê dimeşîne û bal kişand ser hewldanên Tirkiyeyê bi armanca kontrola Bakur têxe destê xwe, hewl dide Başûr û Rojava dagir bike. Kurkçu da zanîn ku dewleta Tirk li gorî van armancên stratejîk bi Iraqê re peymanek nû çêkir, bi Îranê re jî li dijî gelê Kurd zemînek amade kir û bi hev re tevdigerin.

Kurkçu destnîşan kir ku çareseriya qismî ya li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin, ji bo gelê Kurd xwe weke netewe îfade bikin, bûye qonaxeke veguherînê û ev pêşketin ji bo parçeyên din ên Kurdan jî bûye hêviyek. Kurkçu diyar kir ku bi encamên hilbijartinên Hezîrana 2015’an re, lêgerîna mafan a gelê Kurd ji AKP’ê û hegemonên Tirk re peyamek e. Kurkçu destnîşan kir ku êdî vegera li şert û mercên dîrokî yên berê ne pekan e, lê di şert û mercên îro de yekîtiyeke wekhev û adil çawa pêk were divê bê lêpirsînkirin û bi hemû gelan re têkoşîn hevpar bê meşandin.