25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dewletê Îbrahîm winda kir’

Xizmên Windakiriyan û ÎHDê di hefteya 867emîn de aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn.  Xwişka winda Îbrahîm Gundem anî ziman ku dewletê birayê wê Îbrahî m winda kiriye û xwest dewlet wî bibîne.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 867an de çalakiya “Bila Winda Bêne Dîtin û Kujer Werin Darizandin” berdewam kirin. Xizmên windakiriyan, li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşuyoluyê ya Amedê daxuyanî dan. Di çalakiyê de gelek nûnerên ÎHDê û Xizmên Windayan wêneyên kesên ku di salên 1990î de ji aliyê polîs û JÎTEMê ve hatibûn windakirin û kuştin hilgirtin.

Serokê ÎHDê Ercan Yilmaz di daxuyaniyê de anî ziman ku ew her hefte ji bo winda werin dîtin û kujer werin darizandin çalakiyan li dar dixin û da zanîn ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHDê Alî Îhsan Demîrtaş çîroka Îbrahîm Gundem ê ku di 25ê Îlona 1991an de li gundê Qenderhel ya navçeya Hezroyê ya Amedê ji hêla leşkeran ve hatiye girtin û windakirin xwend.

 ‘Dewlet çawa winda kiribe bila bîne’

Xwîşka Îbrahîm Gundem Ferîde Gundem ji derheqê windabûna Îbrahîm Gundem de axavî û wiha got: “Dewletê Îbrahîm winda kir. Dewletê çawa birayê min biribe bila wisa jî bîne. Em heya windayên xwe nebînin, em ê ji vir neçin. Heya em sax bin em ê wan ji bîr nakin, em ê li Parka Koşuyoluyê bin. Bila mezelê me jî hebin da ku em biçin ser menzelê xwe.”

Daxuyanî piştî deqeyeke çalakiya rûniştinê bi dawî bû.