12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewletê ew bi saxî girt û kuşti derxist

Dewletê Adnan Karayîgît ê ku 7 sal berê bi saxî girt, cenazeyê wî ji Girtîgeha Tîpa S a Îdirê derket. Karayîgît gotibû “Dê min bikujin.”

Dewletê 7 sal berê bi saxî Adnan Karayîgît girt û avêt girtîgehê. Karayîgît ê ji ber sûcekî edlî li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihate ragirtin, cenazeyê wî ji girtîgehê derket. Karayîgît ê 7 sal berê hatibû girtin, beriya niha ji malbata xwe re gotibû “Dê li vir min bikujin.” Rayedarên dewletê ji bo lêpirsîna otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Doktor Nevrûz Erez a Îdirê.

Balkêş e piştî Karayîgît jiyana xwe ji dest da jî rêveberiya girtîgehê ew agahdar nekirin. Malbat bi lêgerîna xizmên xwe hîn bûn ku zarokê wan jiyana xwe ji dest daye. Karayîgît beriya hefteyekê bi malbata xwe re hevdîtin kiribû gotiye “Dê min li vir bikujin”. Bav Kasim Karayîgît jî anî ziman ku kurê wî ne kesekî ku întîhar bike ye û got: “Rayedaran negot ku zarokê we jiyana xwe ji dest daye. Em bi rêya xizmekî xwe fêr bûn. Kurê me ne mirovekî ku întîhar bike ye. Di axaftina dawî de ji me re gotibû ku ‘Ez nikarim bêjim kî gefan li min dixwe. Telefon tên guhdarkirin’. Em nizanin ji aliyê kê ve gef lê hatiye xwarin. Heke ji aliyê kesekî di qawişê de ve gef lê hatibûya xwarin da bibêje. Em nizanin ka rewş çiye.

Di 3 salan de 5 cenaze ji heman girtîgehê derketin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn jî li ser hesaba xwe ya X’yê anî ziman ku ji Girtîgeha Tîpa S a Îdirê serê vê sibê agahiyeke din a mirinê hat. Adnan Karayîgît ê beriya hefteyekê bi birayê xwe re hevdîtin kir û gotiye ‘Bi kuştinê gefê li min dixwin’. Serê sibê li malbata wî geriyane û gotine întîhar kirine. Ji Girtîgeha Îdirê di nava 3 salan de 5 cenaze derketin. Çima pêşniyazpirsên me yên lêkolînê nayên bersivandin?”