23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta Tirk zarokekî din kuşt!

Dewleta Tirk bi balafiran êrîşî gelek gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrişa ser gundê Sakiro yê Eyn Îsayê de zarokek hat kuştin

Êrişên dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Li gorî nûçeya ANHAyê dewleta tirk ji serê sibehê ve gelek gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt.  Di êrîşa dewleta Tirk de li gundê Sakiro yê rojhilatê Eyn Îsayê zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Di heman demê de dewleta Tirk bi çekên giran êrişî gundên El Muxalat û El Hêwîce yên li başûrê bajarokê Silûkê yê Kantona Firatê kir. Her wiha gundê Tirwaziyê yê Kantona Firatê, derdora Bendava Tişrînê û gundên El Muxalat û El Hêwîce yên li başûrê Silûkê jî bi çekên giran topbaran kirin. Têkildarî encamên êrişan agahî nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter çewlika çêlekan a Til Temirê ya Kantona Cizîrê û gundên wê yên Um El Kêf, Til Cuma û El Ebûşê topbaran kirin. Hêzên dewleta Tirk her wiha zeviyên çandiniyê yên li bakurê Til Temirê jî bi obûsan topbaran kirin. Têkildarî encamên êrişan agahî nehatin bidestxistin.