8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta Tirk rojnamegeran bombebaran kir: 2 rojnameger şehîd bûn

Dewleta Tirk careke din rojnamegeran kirin hedef. Di êrîşa balafira bê mirov û biçek a Dewleta Tirk de nûçegihana ANHAyê Cîhan Bîlgîn û rojnameger Nazim Daştan şehîd bûn.

Nûçegihana ANHAyê Cîhan Bîlgîn û rojnameger Nazim Daştan ku ji 8ê Kanûnê 2024 ve li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê êrîşên Dewleta Tirk, komên çete yên girêdayî wan û berxwedana dijî wan dişopîndan, bûn hedefa êrîşa balafirên Dewleta Tirk.

Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan duh (19 Kanûn 2024) dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15.20an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê  balefireke bê mirov û biçek a Dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrîşê de hedu hevalên şehîd bûn, ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê