Sed û yek salên zilm û zordariya dewletê û sih û du salên bêdadweriya kujêrên bi destê dewleta tirk bi dawî bûn. Lê kurd hîn bindest, bê nasname, bê ziman, li qadan û li ber devê saziyên tirk li dadmendiyê, li stendina mafên bingehîn û bidestxistina nasnameya xwe û bikaranîna zimanê xwe digerin.
Di van sed û yek salan de dewleta tirk, dev jê berde ber bi avêtina gavên mirovî biçe, zilm û zordariya xwe zêdetir kiriye û bi ser de dagirkeriya xwe dirêjî ser parçeyên din ên Kurdistanê dike. Xwe bi vê jî bi sînor nahêle, tirs û xovê li ser gel û dewletên cînar jî çêdike. Ji bo wê bi vê dewleta her ku diçe li serê gelan dibe cinawireke têr nabe re, jiyan, dostanî, demokrasî çênabe. Tenê riyek li ber dimîne, bidawîanîna li jiyana vî cinawirê wek Hîtler, wek Mûsolînî, wek Pinochet, wek Sadam.
Belê 32 sal di ser kuştina rojnameger, nivîskar û mamoste Huseyîn Denîz re derbas bûn. Roja 9’ê tebaxa 1992’an, di bin çavdêriya polîsên tirk de, li navenda sûka Serêkaniya Rihayê endamên Hizbûlkontra ya ku niha bi destê APK û dewleta Tirk bi navê Hudaparê di meclîsa tirk de bi cî bûne, ji xafilî gulê lê hatin reşandin. Huseyîn bi giranî birîndar bû. Dost û malbata wî ew rakirin nexweşxaneya Rihayê. Neyaran ji paş de gule berdabûn serê Huseyîn û piştî demekê gurçikên wî pêwîstî bi mekîneya dîalîzê dîtin. Li nexweşxaneya Rihayê ew mekîne tine bû, diviya ew bi lez bişandana Amedê, Waliyê wê demê Tewfîq Ziyaeddin Akbûlût helîkoptera ambulans nade û dost û malbata wî ji mecbûrî Huseyîn bi ambûlansa siware dibin Amedê. Lê li ber deriyê nexweşxaneya Amedê jiyana xwe ji dest dide. Kujêrê wî Mehmet Şah Bakir piştî du salan bi çeka Makarov hat girtin. Ev kes ji kuştina 12 welatparêzên din dihat tawanbarkirin. Ji ber ku Mehmet Şah Bakir endamê Hizbûlkontrayê û mirovê tarî yê dewleta tirk bû. Biryara Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya cezayê heta hetayî ji aliyê Yargitayê (Dadgeha Bilind) ve hat xerakirin û di 2’ê mijdara 2004’an de dadgehê biryara serbestberdana wî da, Kujêr derket derve û nebedîl bû, kî dizane niha li ku derê, bi çi navî çi gemara dewleta trik dimale.
Gava gule berdan Huseyîn Denîz di bêrîka wî de nivîsa ji rojnameya Ozgur Gundemê re wê hefteyê bişanda û nasnameya wî ya rojnamegeriyê derketibû. Ew hîn 36 salî bû û li pey wî malbateke bi çar zarokan ma. Dewleta Tirk a di bin birêvebiriya Tansû Çîler, Mehmet Agar û ekîba wan a kujêr de di çarçoweya pêşîlêgirtina tevgera azadiya Kurdistanê de hezar operasyonên kuştinê dabûn ber xwe û kuştina Denîz jî yek ji van bû, ku piştî wê bi mehekê wê xalê wî Mûsa Anter jî di çarçoweya heman plangeriyê de li Amedê bihata kuştin. Li ser kuştina Denîz xalê wî Mûsa Anter gotibû, “Heta ez sax bim ezê li şûna te jî binivîsim”. Lê dewleta tirk a neyarê kurdan ev yek nehêla.
Huseyîn Denîz ji gundê Stilîlê yê bi ser Nisêbînê ve bû. Wî li Sêwrekê û li gundê Xerêb ê Nisêbînê mamosteyî kiribû, lê zêdetir li ser ziman û çanda kurdî xebatên hêja dikir. Gava li Sêwrekê mamosteyî dikir, hînî zaravayê zazakî bûbû û ferhengeke zazakî-kurmancî amade dikir. Di serdema mamosteyiya wî ya li Xerêb de ji aliyê leşkeran ve hat girtin û ev xebata wî winda bû. Ji bilî vê koleksiyoneke kasetên dengbêjan û çîrok û metelokên kurdî berhev dikir. Li ser dengbêjî û berhemên dengbêjan, çîrok, çîvanok û metelokên kurdî lêkolîn û berhevkariyeke berfireh dabû ber xwe. Pirtûka wî ya bi nave Gotinên Pêşiyên Kurdan heta niha jî xebateke hêja a li ber destê xwendekaran e. Di sih saliya şehadeta wî de ev berhem û pirtûka wî ya bi nave “Ji nav ajalan” ji nû ve hatin çapkirin. Dîsa hin çîrokên ji nava gel berhev kiribû û di kasetan de qeyd kiribû, bi navê pirtûka “Ji Çîrok û Çîvanokên Kurdan” wek weşanên Aramê hat çapkirin.
Ger Huseyîn di 9’ê Tebaxê de nehatiba kuştin ew ê piştî rojekê 10’ê Tebaxê çûba Amedê û nobeta Ozgur Gundemê dewr bigirta. Hevalê wî yê nobetgir Serhat Bûcak heta şehadeta wî li ber serê wî ma û dilê xwe dişewitand ku Huseyîn nikarîbû bihata nobeta Ozgur Gundemê.
Di wan salan de gelek hevalên Huseyîn Denîz ên rojnameger wek Hafiz Akdemir, Yahya Orhan, Burhan Karadeniz û bi dehan rojnameger, rewşenbîr û pêşengên gelê kurd jî hatin kuştin.
Çawa ku qatilên Huseyîn Denîz bê cezakirin man û kujêr û yên fermana kuştinê dabûn nehatin eşkerekirin, kujêrên bi hezaran kurdên bi destê dewletê hatin kuştin jî veşartî man. Dayikên Şemiyê ev sih sal in li qadan doza dadmendî û dadweriyê dikin, lê ev dewlet ji girtin û kuştinê wirdetir ti bersivê nade mexdûran.
Huseyîn Denîz mirovekî rewşenbîr, welatparêz, şoreşger, kurdîhez û Kurdistanî bû. Wî baweriya xwe bi rizgariya Kurdistanê û azadiya gel anîbû û di hemû xebatên xwe de xizmeta vê yekê dikir. Gava tevgera azadiya kurd ji metrepolan derbasî Kurdistanê bû jî, ew ji wan re bû pirek û lingekî bingehîn. Ew ji bo gelê kurd nirxekî giranbuha bû û ji bo wê dewleta tirk fêdeya xwe di tinekirina wî de dît.
Çawa ku ev dewleta kujêr mafê jiyanê nade gelê kurd û di zilm û zordarî û kuştina kurdan de bi israr tev digere û dagirkeriya xwe vedigire ser parçeyên din ên Kurdistanê, divê gelê kurd jî helwesta xwe ya li hember vî dijminê har, biguhere û zanibe ku bi vî cinawirî re bi ti awayî avakirina jiyaneke hevbeş pêk nayê. Dewleta tirk îro ne tenê li Bakur, li Rojava û li Başûr jî mafê jiyanê nade gelê kurd, heta dixwaze li giştiya cîhanê kurd ji mafên xwe bêpar bimînin. Wê demê çi pêwîstiya kurdan bi xwedîkirin an terbiyekirina cinawirekî wiha har heye?