Li gorî agahiyên ku ajansa ANHA’yê ji herêmê wergirtine, dewleta tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê îro serê sibehê li rojhilatê bajarê Eyn Îsayê bombe li gundê Hîşe barandine. Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin di van êrîşan de stasyona avê raste rast hatiye hedefgirtin. Li gorî heman çavkaniyê di encama bombebaranê de hin zirarên madî li stasyona avê hatine kirin. Di encamê de stasyona Hîşe ku avê dide 50 gundên bajarokê Hîşeyê, ji xizmetê derket. Saziyên têkildar dest bi sererastkirina xeta ceyranê dide sastasyonê kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di gelek êrîşên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê de dewleta tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê sazî û dezgehên xizmetê û bigiştî binesaziya herêmê ji xwe re dikin hedef.