Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên ’El Emşat’ ên dewleta Tirk li bajarê Mabata yê Efrînê 7 Kurd revandin. Li gorî rêxistinê, navên kesên hatine revandin wiha ne: Mihemed Îzet Bekir (45) Xebat Îzet Bekir (38), Beşar Zuhêr Hemade (25), Diyar Şêx, Basil Henan Çîçeko (26), Dilo Ehmed Mistefa (39) û Elî Mixtar (45).
Rêxistinê diyar kir ku çeteyan ji bo her revandiyekî fidiye ji 300-500 dolarî ji malbatên wan xwestine.
Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê din ava 13 rojên dawî de 8 kesên din jî revandibûn. Ji 17’ê îlonê heta niha çeteyan 15 welatî revandin. Aqûbeta welatiyên hatin revandin ne diyar e.