Li gorî medya Iraqê, îro di saatên piştî nîvroyê de dewleta tirk, li sînorê Dihokê wesayîtek sivîlan kiriye hedef. Çavkaniyê ragihand ku wesayît ya malbateke Ereb bû ku ji bo geştiyariyê berê xwe dabû herêmê.
Li gorî heman çavkaniyê di encama êrişê de birîndar hene û heya niha encama ziyanan nehatiye zanîn. Lê nehat zanîn êriş bi balafirê, yan bi jî şêweyek din pêkhatiye.
Hêjayî gotinê ye duh jî dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê êrişî wesayîta rojnamevanan kiribû û di encamê de, du rojnamevanên çapemeniya azad şehîd bibûn û 6 jî birîndar bibûn.