Li gor zanyariyên ku malpera Rojnews’ê ji çavkaniyên herêmê girtine, îro carek din artêşa tirk bi balafirên şer û obûsan, herêma Bradostê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve topbaran kir.
Li gor heman agahiyan, ji ber bombebaran û topbaranê zirerek zêde gihaye zeviyên çandinî û jîngeha deverê. Her wiha hat gotin ku têkildarî ziyanên canî ti agahiyek zelal bi dest neketiye.