Dewleta tirk êrîşên xwe yên hewayî ku demeke dirêj e li dijî başûrê Kurdistanê daye destpêkirin didomîne. Balafirên şer ên dewleta tirk çiyayên Hesarî Rost û Telesûd ên bajaroka Simêlanî ya navçeya Çoman a Hewlêrê bombebaran kirin.
Li van herêman welatiyên sivîl dimînin û li gorî agahiyan balafirên şer li her herêmê digerin.