Dewleta Tirk, di 23 Tebaxê de li Seyidsadiq komkujiyek din kir. Komkujiya li Seyidadiq û şehîdkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn, ne ya pêşî ye û ne ya dawî be.
Belkî û teqeze heta ku ev nivîs werê weşandin, dewleta tirk komkujiyeke din bike. Ji ber ku, ji erd û hewayê êrîşan dike, çekên kimyewî bikar tine. Ev jî tê wateya ku her dem, her kêlî, her saet dikare komkujiyek nû bike.
Kuştina rojnamevanan kuştina civakan e. Bi gotina feylesofê Îngîlîstanî John Keane, “medya, di çarçoveya rêbazên gerdunî de, bi etîk û nirxên pîşeyî kar dike. Rojnamevan berdevkên gel in, desthilatdarî û dewletê dikin bin lêpirsînê.” Ji bo wê jî, kuştina rojnamevanan tê wateya kuştina civakan. Ev jî komujî ye!
Balkêş e û mixabin, cîhanê, saziyên navneteweyî, komkujiyên ku dewleta Tirk 110 sal in, bi riya eskerî-solîdarîst dike, ji nedîtîve hatine û nekirine bin lêpirsînê. Van komkujîyan jî di aliyê fizyolojîk, sosyolojîk, psîkolojîk, dîrokî, aborî, kulturîm siyasî û cografî de dike. Bi gotineke din, ev rengê komkujiyan, tê wateya kuştina mirovaniyê.
Siyaseta paşayên Îttîhat û Terakkî, sîstema Gokalp û îdeolojiya Kemalîst derdixste hole. Sîstema Gokalp û îdeolojiya Kemalîst, îro jî bi îdeolojiya Turk-î Îslam û Turk-î Turan, hem anraşiyê zêde dike, hem terora dewletê di asta herî dijwar de dimeşîne. Ev sîstem û îdeolojî, bingeha avakirina neteweya tirk e. Di sala 1909’an de, di Kongreya Ittihat û Terakkî de, li Selanîk hate qebûl kirinm û heta îro, bi zêdekirina normên zext, zor û komkujiyan di pratîkê de ye.
Gotina “komkujiyê”, piştî şerê cîhanê yê 2’yemîn hate bikaranîn.
Paşayên Îttîhat û Terakkî, li Kurdistan û Anatolya, di sala 1909’an de dest bi komkujiyan kirin, di sala 1915’an de gihandin lutkeya herî bilind, di sala 1925 û heta 1938 çekên kimyewî jî di nav de, her cure çek bikaranîn û komujî kirin.
Dewleta Tirkiyê, li ser felsefay înkar û tunekirinê hate avakirin; ji bo gelên li derî “tirk,” rê û rêbazên hiquqî û cezaî bikarnenaîn. Kişûmat û kulliyen rêbazên tunekirinê kirin pratîkê.
Ev nexweşiyek e, ji kiryarên faşîzan wêdetir e, nexweşiyek giran e, mixabin hîna di aliyê “etiyolojîk” de, yanî di aliyê sedem û bingehîn a vê nexweşiyê de lêkolîn ne hatine kirin. Kurdan, ev nexweşî baş naskirine, lê cîhan, hîna jî cawê sifir e.
Neteweyên Yekbûyî, di 9’ê Kanuna 1948’an de komkujî-qirkirin qebûl kir, di 12’ê Çileya 1951’ê de, “Peymana Pêşîgirtina Komkujî-Qirkirin û Cezakirinê”, Hiquqa Navneteweyî ya Cezakirinê pejirand. NY, saziyên navneteweyî, komkujiyên di şerê cîhanê yê 2’mînde û yên piştre kirin bin lêpirîsnê, lê komkujiyên li Kurdistanê ku milyo derbas kirine, heta îro nekirin bin lêpirîsnê.
Em ê hesabekî matametîkî derxînin hole; 1948 û 2024…… 76 sal 1951 û 2024…….73 sal derbas bûn…. 76 sal û 73 sal nêzî 3 nifşên mirov dikin. Beriya wê jî heye, yanî bi hesabê matemetîkî , 110 sal in ku li xaka Kurdistan û Mezopotamya komkujî têne kirin. Di salên 1925-1938 de gund û navçe hatin wêrankirin, mal û mirov hatin şewitandin, kesên reviyan serê çiyan, di şikeftan de bi toza kimyewî hatin fetisandin. Di riyan de mirov bi komî hatin kuştin.
Di salên 1911’ê heta îro, gund hatin valakirin, mirov bi komî hatin kuştin, di jêrzemînên bajarên Bakurê Kurdistanê de, mirov bi komî hatin şewitandin. Di darbeyên leşkerî de, li girtîgehan komkujî hatin kirin.
Di çarçoveya hesabê “mîkro dîrokê” de: 1919 û 1938…..19 sal, 1980 û îro……… 44 sal. Bêguman hesabê matematîkî yê şerê cîhanê yê 2’yemîn, di çarçoveya “makro dîrokê” de hatiye kirin. Di hesabê me yê pêşî de 3 nifş dikin: di hesabê duyemîn de jî 2 nifş dikin; qirkirina li ser nifşê 3’yemîn jî bê hesab kirin, herî kêm, 7 nifşin bi kêmasî 130 sal dikin.
Li gorî tabloya Ansiklopediya Azad a VIKIPEDÎ, ji sala 1905 û pê de her sal di navbera 23 û 30 hezaran kesan de hatin kuştin.
Em ê, salên 1911-12, li gund û çalên aside, salên 1925-26 û heta 38’an komkujiyên li Bakurê Kurdistanê, di sala 2016’an de, komkujiyên jêrzemînan li ber çavan bigirin û hesabêkî derxînin holê…. Tenê di jêrzemînên Cizîrê de 60 kes hatin şehîdkirin. Hingî li 8 bajaran komkujî hatin kirin. Di komkujiya Mereşê de (1978) nêzî 500 kesan hatin kuştin. Di komkujiya Otela Madimakê de, (1993), 33 nivîskar û hunermend jî di nav de 37 kes hatin kuştin. Eger em, her roj, hejmarên ku serokkomar Erdoganê epîlepsîk dide jî, hesab bikin rojane, herî kêm 40-50 kes hatine kuştin.
Li gorî hesabê matametîkî: 130 sal x 365 roj =47.450 roj dikin. 47,450 roj x 40 kuştî= 1 milyon 898 kuştî dikin.
Hejmarên matametîkî şaşîtiyan nakin, lê dibe ku di hesabkirinê de şaşî çêbibe. Lê dîmen û nexşeya derdikevê hole, ji sinorên dramatîk û kaotîk bi gelekî wêdetir e. Despotizm û faşîzma ku qirkirina gelê Kurd, li salan, li klîmatan bela kiriye herî kêm ev e! Asimilasyon jî were hesab kirin, ev hejmar wê deh qatan zêde bibe. Belkî, hin kes, weke nivîskara Latîn Emerîka, Beatrîz Sarlo ku navê pirtûka xwe ya li ser serdema darbeyên ekserî û bê edaletiyan, kiriye ”Dema Bûrî”, bêjin; “tiştê çû çû, em kurê îro ne”, û komkujiyên sed salî jibîrbikin.
Divê were zanîn ku Beatrîz Sarlo, di pirtûka xwe de hesab dipirse. Gotin, “tiştê çû çû, em kurê îro ne” neçarî, nekarî û encama tirsê ye. Hemberî ku mijara me ne pîskolojiya tirsê û neçariyê ye, ez ê dîse bêjim: Tirs bingeha tunebûnê ye.
Hesabê ku me li jor derxiste holê, ne hesabekî edebî ye, encama şerê qirêj û faşîzan e. Tablo û nexşeyek vekirî heye- Ev tablo û nexşe, ne di çarçoveya siyasî û kolonî de, di çarçoveya înkar û tunekirinê de derketine hole. Vijdanê mirovaniyê ku komkujiyên li Balkan’an, li ser gelê Cihu kirine rojeva xwe û sucdar ceza kirin, gelo çima li hemberî komkujiyên li Kurdistanê korr, û kerr û lal in? Vijdanê şiyar yên mirovaniyê û saziyên navneteweyî, salek du sal, carek du car, bûyerek du buyeran, dikarin di çarçoveya îddîayên dewleta Tirk ku “têrorê” dike mertalê komkujiyan bawer bike, lê sed sal û hewqas zêde car, terora dewleta Tirk, dike ji nedîtîve tê.
Îro jî dewleta tirk hem anarşiyê dike û hem terora dewletê dimeşîne, sînorên Tirkiyê û Kurdistanê derbas kirine, di radeya ku paşerojên mirovaniyê ber bi tariyê ve dibe, êrîşann dike. Her roj, ewrekî tarî yê xezebê li ewrên tarî yên li ezmanê Rojhilata Navîn zêde dike.
Pirs jî “Ev e; Gelo vê heta kengî mirovanî bi çavên şerbîtî, li terora dewleta Tirk a li Kurdistanê binêre? Eger mafê civakan hebe, pêwiste hiquqa civakan jî hebe. Eger maf û hiquq hebe, gelê Kurd jî xwedî maf e ku pirsan bike, eger bersiva pirsan negire, dikare dadgeh bike û mahkum bike? Filozofê Ingilîstanî John Keana dibêje; “dewlet mecbur e li hemberî dadgeha civakê hesab bide.” Baş e dadgeha civakî kî ye û çiye? Bêguman, çapemeniya azad e. Rojnmavenaên çapemeniya azad li ser navê civakan, ji diktator û desthilatdarên talanger, diz û zordestan hesab dipirse. Lê faşîzma ku menendê wê li cîhanê nine, di kirasekî ne qazkirî yên hiquqa ne meşrû de, rojnamevanan dikuje.
Li bîra me ye; Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, berê terora komên çete, da Ewropa û li gelek welatan çalekî çêbûn. Piştre bi penaberên ji Suriye, li dijî YE şantaj kir… Beriya çendekî weke sergerdeyek kolanan, gef li Îsraîl xwar û got, “weke em ketin Karabaxê…. Em dikarin gavan biavêjin.”
Erê, dîrok bê însaf e lê hewqasî jî!
Li Tirkiyê gel nine, dewlet heye. Dewlet jî xanedanî ye û zihniyeta dewşîrmeyan jî, her tiştî ji bo xanedaniyê dike. Desthilatdariya AKP/MHP, Erodgan xanedanî ne. Demokrasî nine. Herî dawî, terora li kolanan birin meclîsê. Ev anarşî û teror e!… Ji roja damezrandina Komara (1) Tirkiyê û heta îro, bi gotina John Kean, medya “tîpî”sî heye. Medya Tirkiyê, (ji bilî yek-du tv û yek-du rojnameyan) bi giştî her cure weşanên sansasyonalî dikin, weşana di çarçoveya berjewendî, nîjadperestiya alaturkî û allameyên reklamî dikin. Teva bûne berdevkê sîstema yek zilamî, anarşî û terora dewletê destek dikin.
Ev şewitandina darîstanên demokrasî ye!
Huquqnas û rojnamevan Haluk Şahîn jî dibêje; “bi salan e, hemû ragihandinên têne kirin, bultenên ji yek navendê têna amdekirin in, dijmin jî Kurd in. Her gotina protokola Enqerê, ji bo wan qanun e,vahy’ek ezmanî ye.”
Helbet û bêguman, aliyê vê mekanîzmeya faşîzan ya sînematografîk jî heye. Mînakên sahîh ku em şer û hevakriya bi çeteyên DAIŞê, êrîşên li ser Rojava û Başûr deynin aliyekî;
Yek:Tecrîda li Imraliyê! 44 meh in ku tu agahî ji Rêber Abdullah Ocan, Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş nayê girtin. Desturê nadin ku malbat û parêzerên wan biçin hevdîtina wan. Gelo sax in, mirî ne, nexweş in, birçî ne… Ev kuştinek bi saxî ye, hem Konseya YE, hem Ddageha Mafên Mirovan ya Ewropa, hem saziyên mafên mirova û saziyên hiquq ji vê rewşê berpirsiyar in, lê deneg nine!
Du: Girtina ciwanên ku govendê digirin, li muzîka kurdî guhdarî dikin….
Sê: Ya herî dramatîk, hestiyên ciwanên Kurd, di çuvalan de, di sendoqan da, bi dest, yan jî bi riya postê radestî malbatan dikin.
Çar:Karkerên demsalî ratstî êrîşan tên û têne kuştin!…
Pênc: Li payîtextên Ewropa li dijî Kurdan komkujiyan dikin!…
U hwd!… U hwd!…
Mijareke din, dewşrimeyên Ittihat û Terakkî ne xwediyê Kurdistanê û Mezopotamya û nikarin tu keskî ji Kurdistanê bi tohmeta îxanetê sucdar bikin. Ji bo vî dewleta Tirk û detshilatdairya AKP/MHPê her kiryara li Kurdistanê û mezopoytamya dikin sucekî nûe ye û komî sucên berê dibin.
Silêmanî-Seyidsadiq, bajarên Herêma Başûr in û sînorên xaka Iraqê de ne. Li gorî hiquqa Roma, li gorî î şerîata Îsşalmî û li gorî hiquqa modern û gerunî jî be dewleta Tirk sucên mirovaniyê dike.
Divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî weê darizandin.