Artêşa tirk maleke bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Qamişloyê topbaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê ji ber êrîşê jinek û zarokek birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka meha cotmehê de êrîşên dewleta tirk ên li dijî binesaziya bakur û rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne û di encasma van êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest daye û zirareke mezin li binesaziya herêmê hatiye kirin.