Li gorî agahiyan, Dewleta Tirk bi dema herêmî saet derdora 14:48an bombe li herêma Bendava Tişrînê barand. Êrîş di wê demê de hat kirin ku ji kantonên Cizîr û Kobanê girseya gel bi konvoyan ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketibû.
Hat ragihandin ku noqteyên li ser rêgeha konvoya gel hat bombekirin. Li gel bombardûmanê jî konvoyê rêwîtiya xwe dewam kir û gihîşt Bendava Tişrînê.