Bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piraniya wê kurd in, di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de xwe ji rejîma Sûriyeyê rizgar kir. Dewleta tirk li dijî vê azadbûnê ket nav tevgerê û di 20’ê çileya 2018’an de bi piştgiriya dewletên navneteweyî êrîşê Efrînê kir û piştî 2 mehan Efrîn bi temamî dagir kir.
Bi hezaran kurdên efrînî neçarê koçberkirinê hatin kirin û li dewsa wan ereb û tirkmen li Efrînê hatin bicihkirin. Bi vê yekê hewldan demografya Efrînê biguherînin. Ji destpêka dagirkirina Efrînê hata niha gelek sûcên revandina jinan, destdirêjî û kuştina welatiyan û hwd. ji aliyê van koman ve tê kirin.
Em der barê rewşa Efrînê, zahmetiya ku efrînî dikşînin, mafên ku tên binpêkirin û malbatên ku li Efrînê tên bi cihkirin bi endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûriyeyê bi Îbrahîm Şêxo re axivîn.
Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo di destpêka axaftina xwe de got ku dewleta tirk ji 2018’an ve li Efrînê polîtîkayên qirkirinê pêk tîne û wiha got: “Dewleta tirk piştî ku Efrînê dagir kir bi çeteyên OSO’yê re bi darê zorê welatiyên kurd ji warên wan kir û 300 hezar ereb û tirkmenan li cihê wan bi cih kirin. Di nav Efrînê de zimanê kurdî dane aliyek (ne qedexe ye lê li tu deverê nayê bikaranîn) û zimanê tirkî û erebî li gel ferz dikin. Ji ber ku nahêlin kurd bi çanda xwe bijîn êdî kurd di nav civakê de taybetmendiyên xwe winda dikin. Ji bo di vî warê de bîra civakê ji holê rabe navên kolan û navendan kirine tirkî û der barê kurdî de çi hebe rakirine.”
Guhertina demografyayê
Îbrahîm Şêxo ji bo Efrîna di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye ev tişt anî ziman: “Wek tê zanîn Efrîn bajarê kurdan e. Lê niha bi kesên ku li wir bi cihkirine re hejmara kurdan ji ya neteweyên din kêmtir kirine. Her wiha ji bo demografya heremê biguhere vegera kurdan a li axa xwe asteng dikin. Tirkiye Efrînê wek parçeyek ji xaka xwe dihesibîne û hewl dide Efrînê ji wê nasnameya wê ya kurdewar xalî bike. Ji bo efrînî neçar bimînin ji cihê xwe dûr bikevin çeteyên dewleta tirk bi sed hezar dolaran bi navên cuda bacê li wan ferz dikin. Çete dest datînin ser mal û milkên kurdên ku warê xwe terk nakin.”
‘Efrîn kirine dojeh’
Îbrahîm Şêxo bal kişan ser kurdên ku axa xwe terk nekirine û li Efrînê mane û wiha pêde çû: “Kesên ku li Efrînê mane ji aliyê jiyana rojane ve zehmetiyên gelek mezin dikşînin. Di destpêka dagirkirina Efrînê de welatiyên kurd nikaribûn li kolanan bimeşiyana. Dema dadiketin nav kolanan bi îdeayên cur be cur dihatin girtin. Jinên DAIŞ’î çawa li Îdlibê û Reqayê bi rêbazên tundrew xwestin jinan bikin bin hişmendiya xwe li Efrînê jî bi heman daxwazan tevdigerin. Jin ji bo ew kincên reş ên ku li ser wan tên ferzkirin li xwe nekin dernakevin derve. Her wiha dixwazin zarokên kurd li dibistanên olî ku di bin serweriya dagirkeran de ye bi cih bikin. Zarokên kurd ku heta dagirkeriya dewleta tirk pêk nehatibû perwerdeya bi zimanê kurdî didîtin êdî naxwazin biçin dibistanên tirkî. Ev jî bandora xwe li ser rêjeya xwendinê dike. Efrîn berê ji aliyê xwendinê ve di asteke baş de bû lê bi hewldanên dewletê ev rewş guherî. Efrîn îro ji bo kurdên ku di bin dagirkeriyê de ne ji aliyê jiyanî, aborî û çandî de veguheriye dojehê.”
Aqûbeta 2 hezar kesan nayê zanîn
Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê yê Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo der barê binpêkirinên mafên mirovan ên ku ji aliyê dewleta tirk ve li Efrînê pêk hatine ev agahî parve kir: “Ji destpêka dagirkirinê heta niha 700 welatiyên Efrînê ku 80’ê jê jinên hatine kuştin. 70 jinên kurd rastî êrîşa zayendî hatine û 6 ji wan dawî li jiyana xwe anîne. Bi dehan jinên kurd bi darê zorê neçarê zewaca bi çeteyan re hatine hiştin. Ji 700’î bêhtir birîndar hene. Ji wan 330 kes zarok 213 jin û yên din jî mêr in. 369 revadin pêk hatine. Ji wan 39 jin 6 jê jî zarok in. Tê zanîn ku çete tecawizê jineke ku revandine, kirine. Di nav 5 salan de ji 9 hezarî zêdetir kurd hatine girtin. Di nav van girtiyan de 3 hezar jê jin in û bi sedan zarok in. Her wiha der barê aqûbeta 2 hezar kesan de ku di nav wan de jin û zarok jî hene, tu agahî tuneye.”
Îbrahîm Şêxo da zanîn ku hewldana guhertina demografyayê ya li heremê piştî ku Efrîn di 2018’an de hat dagirkirin dest pê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo vê armancê di destpêkê de der dora 500 malbatên fillîstînî ji kampên panaberiyê yên li Şam û Helebê anîn li kampa Derbelûtê û gundê Tiltewilê yê li nav Efrînê bi cih kirin. Ji bo malbatên Hamasê yên ku tê îdiakirin li Efrînê hatine bicihkirin heta niha di destê me de tu daneyên fermî tunene. Dê di pêşerojê de ev mijar zelal bibe. Lê teqez e ku 500 malbatên filîstinî li Efrînî bi cih kirine.”
Rola hêzên navneteweyî
Şêxo da zanîn ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ya ku di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne li dijî şêniyên heremê sûcê şer tê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Efrîn ji ber ku di bin dagirkirina dewleta tirk de ye bi destê çeteyan gengeşî li herêmê tê derxistin. Rewşa Efrînê bi rewşa Sûriyeyê ya giştî re girêdayî ye. Di nav Sûriyeyê de aloziya siyasî, ew şerê navxweyî yê ku bi dawî nebûye û mudaxeleya dewletên din ên li ser Sûriyeyê astengî ji bo çareseriyê çêdikin. Hêzên garantor dikarin ji bo vê mijarê bikevin nav hewldanê û kesên ji van sûcan berpirsyar in dadgeh bikin. Divê ne tenê dewletên garantor her wiha sazî û dezgehên me yên ku ji bo gel xebat dimeşînin di raya giştî de bal bikşînin ser rewşa kurdên ku li Şehba, Girê Spî û Serêkaniyê di kampên penaberiyê de dimînin. Herema ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye de her roj mafên mirovan tên binpêkirin. Ev 13 sal in ji ber berjewendiyên dewletan heta niha tu çareserî nehatiye pêşxistin. Şêniyên Efrînê yên ku li ser sînorê Efrînê di 5 kampên Şehbayê de dimînin dixwazin li axa xwe vegerin lê tên astengkirin. Mijara Efrînê bi hewldanên dîplomatîk ên bi hêzên navneteweyî re dikare bê zelalkirin.”