Parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez der barê geşedanên li Sûrî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir û got: “Tevliheviya li Sûriyeyê mirov dikare bibêje ji sala 2011an de dest pê kir. 13 sal in didome. Armanc û hedefa gelê kurd û gelên Rojava ew e ku her tim xwe biparêzin. Li ser esasê xeta sêyemîn bi hemû gelan re bi nirx û rengê xwe bijîn. Gel di 13 salan de li ser kar û xebatên xweseriya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşiyan. Lê li dijî wan gelek êrîş pêk hatin. Gel li dijî van êrîşan li ber xwe da û bedelên giran dan. Ji bo Sûriye ji vê kaosê derbikeve û demokratîk bibe, li aliyekî bi rejîmê re hevdîtin dikirin, li aliyê din bi hêzên koalîsyonê re hevdîtin dikirin. Bi Rûsya û hêzên ku rista wan di Sûriyeyê de heye diyalog pêş xistin.”
Parlamenter Zekî Îrmez, bal kişand ser armanca hêzên derve yên li Sûrî û wiha axivîe: “Armanca hêzên li Sûrî bi taybetî ya Îranê û Rûsyayê ew bû ku rejîma Baasê bidome. Wekî beriya 2011an bidomîne. Lê ev ne pêkan bû. Her çend gelek hişyarî hatin kirin jî, Rûsya û Iranê ev yek paşguh kirin. Lê di encamê de herî dawî Rejîma Baasê têk çû û hilweşiya. Beşar Esad jî Sûriye terk kir.”
Zekî Îrmez, li ser armanca Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha got: “Tirkiye dixwaze li hemû Kurdistanê serwer bibe. Dixwaze di vê sedsalê de Kurdistanî bêstatu bimînin û li ser axa xwe ji mafên xwe yên gerdûnî bêpar bimînin. Naxwazin Kurdistanî azad bijîn. AKP-MHPê jî tifaqek ava kiriye. Hewldanên vê tifaqê ew bû ku erdnîgariya xwe firehtir bike. Xwest bi hevkariya hêzên li Sûriyeyê ên wekî DAIŞ, ASM û HTŞê sinorê Mîsakî Mîllî nûjen bike û di vê sedsalê de jî Kurdan bêstatu bihêlin.”
Zekî Îrmez, anî ziman ku nikarin vê planê tenê bi Tirkiyeyê ve girê bidin û wiha berdewam kir: “Ji serdema ku hêzên navneteweyî Projeya Mezin a Rojhilata Navîn xistin meriyetê heta niha, plan didomin. Hêzên NATO û Tirkiye bi tenê nikare vê projeye pêk bîne. Bi vê projeyê li aliyekî dixwazin hem Îranê têk bibin, li aliyê din jî hêzên li ser navê şîatiyê tev digerin qels bikin. Dîsa rejîma baas li pêş wan asteng bû. Rejîma Baesê têk çû. Hêzên ku li Rojhilata Navîn wekaleta Iranê dikirin jî yek bi yek têk çûn. Niha Îran di aliyê aborî û siyasî û civakî de tengav bûye. Êdî Îran nikare wekî berê bi rehetî li Rojhilata Navîn tev bigere. Armanca Koalîsyonê yek jê xurtkirina ewlekariya Isarîlê bû. Ya din jî kontrolkirina xetên enerjiyê ye. Dixwazin ewlehiya xeta enerjiyê pêş bixin. Ji bo wê bi taybetî Xeza û Hemas têk birin û Rejîma Baas jî xistin. Armanca koalîsyonê ji bo xeta enerjiyê ewlehiyekê pêş bixin.”
Kurd Neteweya Demokratîk dixwazin
Zekî Îrmez bal kişand ser daxwazên gelê kurd û wiha pêde çû: “Kurd di vê sedsalê de li Rojhilata Navîn dixwaze bi hemû gelan re azad, wekhev û aştiyane bijîn. Dixwaze bi pergala Neteweya Demokratîk bijî. Di nava hewldanên mezin de ye. Hem bi hezên li Rojhilata Navîn re, hem bi hêzên din re ji bo armana Neteweya Demokratîk dîplomasiyekê pêş dixin. Ji bo dîplomasiyê xebatek xurt dikin. Lê desthilata AKP-MHPê ji bo gelê Kurd li ser vê axê negêjin armanca xwe tundiyên gelek mezin dikin. Gelê Kurd pir ji vê yekê aciz dibe. Rêxistin û saziyên gelê Kurd van nêzîkatiyan qebûl nakin. Çawa ku DAIŞê dema berê xwe da Kobanê, gelê Kurd û dostên Kurdan bûn yek û li dijî van êrîşan li ber xwe dan, di heman demê de jî, niha jî êrîşên ku li ser Rojava pêş dikevin qebûl nake. Kurd û dostên Kurdan ji bo ev êrîş têk biçin ji dê berxwedana xwe berdewam bikin.”
Tecrîd didome, êrîşên li ser Rojava didomin
Zekî Îrmez, nêzîkatiya AKP-MHPê jî nirxand û wiha bi dawî kir: “Desthilata AKP-MHPê ji 1ê Cotmehê heta niha hin daxuyaniyan didin. Em jî vê hewldana wan dişopînin. Gotinên wan û kiryarên wan çiqas hev digirin û çiqas samîmî ne em dinirxînin. Ji ber gotin û pratîkên wan hev nagirin em bi guman in. Tecrîd didome, qeyûm didome, girtin, binçavkirin didome. Êrîşên li ser Rojava ku ji bo gelê kurd xeta sor e didomin. Li Rojava zarok, jin, xizmetkarên tenduristiyê tên kuştin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Divê AKP-MHP di qada navdewleti de bê darizandin. Ji bo ev hewldana li Tirkiyeyê ber bi erêniyê ve biçe, ji bo pêvajoyek wekî 2013-2015an de pêş bikeve hewldanên me yên DEM Partiyê jî didome. Em bi sazî û rêxistinan re hevdîtinan dikin. Em hevî dikin ku AKP-MHP ji van xeletiyên xwe vegerin. Em dixwazin di vê sedsala nû de bi gele kurd re bi awayekî erênî aştiyek mayine pêk binin. Em dixwazin hemû gel bên qebûl kirin. Lê desthilat li ser vê xeta xwe berdewam bike, hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn dê xetereyek mezin ava bike. Em vê yekê naxwazin. Em dixwazin pêvajoyek erênî peş bikeve. Em dixwazin pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn li ser esasê aştî û demokratik pêk be. Di vî alî de çi rist têkeve ser milê me emê pêk bînin.”