Tirkiye dixwaze penaber Efşîn Suhrab Zade yê ji rojhilatê Kurdistanê ku niha li Tirkiyeyê ye, radestî rejîma Îranê bike.
Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê metirsî li ser jiyana penaberê kurd Efşîn Suhrab Zade heye ku ev demek e wek penaber li Tirkiyeyê ye.
Li gorî nûçeyê penaberê kurd Efşîn Suhrab di 5’ê Nîsana 2021’ê de ji ber sedemek nediyar ji aliyê polîsên tirk ve, li bajarê Qeyseriyê hatiye binçavkirin, ew şandine kampekê û da ku ji wir jî radestî rejîma Îranê bikin.
Bang li navendên mafên mirovan kir
Heman çavkaniyê ragihand ku penaberê kurd bi telefonê dengê xwe tomarkiriye û şandiye derve. Tê gotin ku penaber Suhrab di vê peyamê de, bang li hemû navendên mafê mirovan kiriye da ku alîkariyê bidinê. Her wiha Suhrab ragihandiye, ger dewleta tirk wî radestî Îranê bike, wê were darvekirin.
Din av şert û mercên xirab de ye
Efşîn Suhrab Zade di dewama peyama xwe de wiha gotiye: “Ji min xwestin ez belgeyekê îmze bikim, lê min îmze nekiriye. Polîsên tirk li min dan û niha ez niha li Navenda Paş Vegerandinê (GGM) di nav şert û mercên xirab de dijîm. Ez di odeyek yekkesî de têm ragirtin.”
Penaberê kurd Efşîn Suhrab Zade 31 salî ye û ji Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ye. Efşîn Surhab di sala 2009’an de li Îranê tê girtin û 29 ceza lê tê birîn. Piştre ji neçarî ji welat derdikeve diçe Tirkiyeyê.
Hêjayî gotinê ye, di 24’ê sibata 2021’ê li bajarê Eskîşehîra Tirkiyê, êrîşî malbata Efşîn Suhrab zade hatibû kirin. Di encama êrîşê de hevjîna Efşîn Suhrab Zade birîndar bûbû.