23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta Tirk di 2 mehan de 82 sivîl kuştiye!

Zêdetirî 2 mehan e dewleta Tirk û çeteyên wê li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li gundewarên Minbicê û derdora bendava Tişrînê, êrişên dijwar pêk tînin û 82 sivîl şehîd bûn

Di 7ê Kanûnê de artêşa Tirk û çeteyên wê bi dijwarî êrişî bajarê Minbicê kir û çeteyên wê gihaştin herêma bendava Tişrînê ya 30 km li başûrê Minbicê û pira Qereqozaqê ya 30 km li başûrê Kobanê. Li wan deveran şervanên Hêzên Sûriyeyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke lehengî dikin.

Ajansa ANHAyê der barê komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê de belge berhev kirin. Êrişên Delweta Tirk ên zêdetirî mehekê ye dewam dikin. Daneyên van êrîşana û kuştina sivîlan wiha ye:

Di 2 êrişên balafirên bêmirov ên li dijî malên welatiyên li gundên Musterîha û Sefyan de, di 8 û 10ê Kanûnê de 2 komkujî pêk hatin. Di encamê de 20 welatî şehîd bûn.

Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di 8ê Kanûnê de 3 endamên wê li Minbicê bi destê çeteyên dewleta Tirk şehîd bûne.

Di 11ê Kanûnê de li ser Pira Qereqozaqê di encama gulebarana rasterast a çeteyan a li ser sivîlan de jineke bitemen hate qetilkirin. Di heman rojê de ambulanseke Nexweşxaneya Kobanê hate bombebarankirin, di encamê de ajokar û birîndarekî di ambulansê de bû, şehîd bûn.

Di encama topbarana artêşa Tirk a li ser gundê Cadê de 2 zarok hatin qetilkirin. Di topbaraneke din de jî ku di 12ê Kanûnê de pêk hat, dayikek û zarokek hatin qetilkirin.

Di 13ê Kanûnê de çeteyên dewleta Tirk xwediyê xwaringeha El Şehbender a Minbicê qetil kir.

Nûçegihan Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Daştan di 19ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Sirîn û bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê de di êrişa balafireke bêmirov de şehîd bûn.

Di 8ê Çileyê de dema karwana gel berê xwe dida bendava Tişrînê dewleta Tirk karwan hedef girt û komkujiyek pêk anî. Di encamê d 5 welatî şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Di êrişên dagirkeran ên mehekê li dijî çalakgerên li ser Bendava Tişrînê de bi giştî 24 welatî şehîd bûn û 221 kes jî birîndar bûn.

Di 10ê Çileyê de balafirên şer ên dewleta Tirk li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê maleke welatiyan bombebaran kir, di encamê de 4 welatî şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Di 10ê Çileyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Dêrikê de, 2 sivîl birîndar bûn.

Di 12ê Çileyê de di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk li çiyayê Kezwanan yê bakurê rojavayê Hesekê de welatiyek birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Hesekê. Dûre ji ber giraniya birinê şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker di 27ê Çileyê de li gundê El Cemas ê gundewarê bajarê Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî, di nav de 2 zarok bi giştî 3 kes şehîd bûn.

Di 28ê Çileyê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li bajarê Sirînê sûka gel bombebaran kir, di encamê de piranî zarok 13 kes şehîd bûn.

Di êrişa 28ê Çileyê ya li dijî gundê Um Hermelê yê Zirganê yê kantona Cizîrê de jî 3 welatî şehîd bûn û 9 kes birîndar bûn.

Roja 6ê Sibatê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk çalakvanên li bendava Tişrînê bombebaran kir, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Di 8ê Sibatê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk gundê Aşmê yê başûrê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 9 sivîl ku piraniya wan zarok bûn, birîndar bûn.

Duh êvarî jî, dewleta Tirk gundê Xatûniyê yê bakurê rojhilatê bajarê Curniyê yê kantona Tebqayê bi çekên giran topbaran kir, di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Murad şehîd bû.

Li gorî detayên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di encama êriş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, nava 2 mehên dawîn de 82 sivîl şehîd bûn û zêdetirî 250 sivîl jî birîndar bûn.