12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk dest bi şerê yek alî kiriye

Dewleta Tirk di êrîşên SÎHA'yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 3 rojan de zarok jî di nav de 27 welatî kuştin. Lê siyasetmedar û rewşenbirên ku li dijî şerê Îsraîlê û êrîşa li Enqereyê xwe wekî parazvanên mafên mirovan nîşan didin ker, kor û lal in. Gelo ev ne şerê yek alî ye çiye?

Dewleta tirk di 3 rojên dawî de ango ji 23’ê cotmehê de li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi şerê yek alî kiriye. Dewleta tirk bi balafirên şer, top û bombeyan êrîşî navendên xizmeta civakî binesaziyê dike. Di 3 rojên dawî de di êrîşên hewayî de zêdeyî 27 welatî kuştin û 40 welatî jî birîndar kirin. Di êrîşên li bajarên Kobanê, Qamişlo, Minbiç, Amûdê, Tirbêpisiyê, Dêrik, Eyn Îsa, Zergan û Şehbayê bi sedan caran bombe barandin. Bi sedan gund kirin hedefa êrîşan. Dewleta Tirk navendên xizmetguzariyê yên wekî nuqteyeke petrolê, firin, nexweşxane, stasyonên av, ceyran, petrol û navendên kar û jîngeh kirin armanc.

Tişta balkêş îro hemû cîhan êrîşa Îsraîlê ya li dijî Filistin û Hamasê dibîne. Çapemeniya hemû cîhanê kuştina zarok, welatiyên li Hamas û Filistinê dibîne û li dijî van êrîşên Israîlê dadikevin qadan. Li gelek bajarên Tirkiyeyê kesên dibêjin “Em misilman in” her roj di bin parastina polîsan de çalakiyan li dar dixin. 3 rojin bê navber dewleta tirk bi SÎHA’yan êrîşî sedan gundên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û zarok jî di navde nêzî 30 welatî qetil kirin. Firinên nan, stasyonên av û ceyranê kirin armanc. Nexweşxane kirin armanc. Lê kesên ji bo Filistin û Hamasê dadikevin kolanan van êrîşên Tirkiyeyê û şerê Tirkiyeyê yê li dijî gel nabînin.

Îro kî dikare ji van êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bibêje ev ne şer e. Eger Tirkiye sînor derbas dike û derbasî axa Sûriyeyê dibe, ev ne dagirkerî û binpêkirina sînoran e?. Eger bêyî ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî Tirkiyeyê bike û Tirkiye bi balafirên şer gund, navçe û wargehên jiyanê, navendên xizmeta civakî bombe bike, ma ev ne şer e? Ku ev ne şer be çiye?. Ku ev ne sûcê mirovahiye be çiye? Çima Neteweyên Yekbûyî Konseya Ewropa li dijî vê yekê dengê xwe nakin? Çima partiyên kurdan ên qala yekîtiya gelê kurd dikin li dijî van êrîşan dengê xwe nakin? Di vê pêvajoya ku Dewlet Bahçelî li ser navê dewletê dixwaze Rêber Abdullah Ocalan bê li meclisê bang bike dawî li çekan bîne çiya li dijî gelan çek tên bikar anîn? Çima kuştina kurdan rewa tê dîtin û kes dengê xwe li dijî vê yekê nake? Gelo wisa dê çawa çareserî, aştî, diyalog û muzakere pêş bikevin? Kurd dê çawa karibin di van şertan de dest ji çekan berdin?

Gelo ew parlamenter, nivîskar, rewşenbir û siyasetmedarên ku êrîşa li dijî Navenda Balafirên SÎHA û ÎHA’yan şermezar dikin û wekî êrîşa  terorê pênase dikin, çima êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî gund, navçe û wargehên jiyanê jî nabînin û dengê xwe nakin? Çima êrîşa li Enqereyê ku li dijî navenda şer pêk hat şermezar dikin û çima li dijî şerê yek alî yê Tirkiyeyê ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê nabînin û dengê xwe nakin? Çima li dijî kuştina zarokan bedeng in? Çima li hemberî êrîşa li dijî firinê nan ker, kor û lal in? Çima li dijî êrîşên li ser stasyonên av û ceyranê kor in? Ev kesên xwe wekî parazvanên mafên mirovan û li dijî şer dibînin çima ker, kor û lal in. Tirs û fikara wan çiye…?