Li gorî agahiyên nûçegihanê ajansa ANHA’yê ji herêmê dane, dewleta tirk careke din êrîşî Hesekê kir, lê hîna tu agahiyên der barê êrîşê de bi dest neketine.
Nûçegihanan diyar kir ku di van kêliyan de balafirên şer ên dewleta tirk li herêmê digerin.
Vê sibehê balafireke bêmirov a dewleta tirk mezreya Mişêrfa Himê li bakurê Hesekê li ser rêya di navbera Hesekê û Til Temirê de bombebaran kiribû, di encamê de 3 welatî birîndar bûn.