Êrîşên Dewleta Tirk a li dijî çiya, zozan, gelî û hemû erdnîgariya Kurdistanê bê navber berdewam dike. Bi taybetî bi balafirên şer bombeyan dibarîne û xwezayê talan dikin. Polîtîkaya şewitandin û xirakirina xwezaya Kurdistanê ya Dewleta Tirk sed salîn didome.
Bi taybet bi çekên qedexe yên kîmyewî di operasyona dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, xwezayê Kurdistanê talan dikin. Çekên kîmyewî yên Dewleta Tirk bi kar tîne, ligel ku bi peymanên navneteweyî hatine qedexekirin jî, dewletan ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe ji bikaranîna van çekan û talankirina xwezaya Kurdistanê re dineqînin.
Herêma Sergelê yek ji wan cihan e ku di encama bombebaranê de bi sedan dar dişewitin û ji koka xwe tên rakirin. Rojnamevan Çinar Goktaş zirarên giran ên ku artêşa Tirk bi bombebaranan daye erdnîgarî û ekolojiya Kurdistanê, belge kir. Dewleta Tirk li Sergelê ji bo qadên jiyanê tune bike û qeraqolan ava bike daristanan dişewitîne. Birîn û şewitandina darên sedsalî yên li herêma Sergelê talana xwezayî ya li Kudistanê bi pêş çav dixe.