Balafira bêmirov û bi çek (SÎHA) ya Dewleta Tirk saet di 14.50’an de li Şengalê êrişeke hewayî li dijî wesayîteke sivîl pêkanî. Wesayîta ji bajarê Şengalê berbi Serdeşta çiyayê Şengalê ve diçû, di lofeyan de bû hedefa balafira SÎHA’yê. Bûyer di navbera du seytereyên hêzên Iraqê de pêk hat. Piştî bûyerê yekser hêzên Iraqê çûn cihê bûyerê û tîmên agirkûj jî ji bo tefandina agir çûn cihê bûyerê. Li gorî agahiyên peyamnêrên ROJNEWS’ê, seyare bi temamî şewitiye. Li gorî agahiyên ne fermî, welatiyekî Êzidî di êrişê de şewitî û jiyana xwe ji dest da. Nasnameya ajokar nehat diyarkirin.
Sala par jî di salvegera rizgarkirina Şengalê de şeva 13’ê Mijdarê du şervanên YBŞ’ê Argeş û Berxwedan li Sinûnê bûbûn hedefa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker.
Dewleta Tirk careke din salvegera rizgariyê de ciwanên Êzidî hedef digire.