12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk 366 gundên Kobanê bê ceyran hişt

Li Kobanê ji ber êrîşên dewleta tirk a li dijî stasyona ceyranê 366 gund û navenda bajêr bê ceyran man.

Dewleta tirk ji şeva 23ʹê cotmehê ve bi balafirên şer û bêmirov û çekên giran erîşî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Balafirên şer avahiyên zindî û stratejîk bi awayekî sîstematîk bombebaran kirin û xizmeta binesaziyê asteng kir. Hevseroka Desteya Enerjiyê ya kantona Firatê Ayşe Nasir, diyar kir ku balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebê ya bajarê Kobanê yê kantona Firatê yekser kir armanc û got:  “Bi van êrîşan re 366 gund û navenda bajêr ji kehrebê mehrûm bûn. Ji ber derketina stasyona kehrebê ji xizmetê, bîrên avê jî sekinîn, li kêlek wê jî cihên stratejîk ên li bajarê Kobanê bi temamî sekinîn.”

Ayşe Nasir bal kişand ser asta zirarên li stasyonê bûye wiha got: “Ji ber liv û tevgera bênavber a balafirên delweta Tirk a dagirker li asîmanê herêmê û êrişên wê tîmên taybet nikarin xwe bigihîjin stasyon û ziraran binirxînin. Dewleta Tirk a dagirker li kêleka bombebarankirina stasyona kehrebê, firina otomatîk a bajarê Kobanê bombebaran kir û zirarên madî çêbûn. Depoyên dexlûdanan li gundê Rovî jî hedef girtin. Di encamê de karkerek şehîd bû û 7 karker jî birîndar bûn.”

Li gorî saziya mafên mirovan SOHR’ê di 3 rojên ewil de ji ber êrîşên dewleta tirk 27 welatî hatin kuştin û zêdetirî 40 welatî jî birîndar bûn. Rayedarên dewleta tirk jî diyar kirin ku wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 157 navend bombe kirine û bêtesir kirine.

Çavkanî: ANHA