12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk 2 tank li Bendava Dêrelukê bicih kirin

Li gorî çavkaniyên xwecihî dewleta tirk 2 tankên xwe gihandine Bendava Dêrelukê ya ku di bin kontrola PDK’ê de ye û li wir bi cih kiriye

Li gorî nûçeya ajansa Rojnews’ê ku xwe dispêre agahiyên ji çavkaniyên xwecihî, di şeva 27-28’ê Tebaxê de, saet navbera 01:00-02:00 artêşa tirk 2 tankên li TIR’an siwar kiribû ji Deriyê Sînor ê Serzerê ku di bin kontrola PDK’ê de ye, derbasî başûrê Kurdistanê kir.

Li gorî agahiyan, tank ji rêya asfaltê di nava bajarê Amediyê re hatin derbaskirin û li Bendava Dêrelukê hatin bicihkirin.

Bendava Dêrelukê li ser Ava Zê ye, di navbera girên Bahar û Kurojahro de ye û li navenda rojhilat û rojavayê Zapê ye.

Hate ragihandin ku tankên bi hevkariya PDK’ê derbasî herêmê hatin kirin, wê ji cihê Bendava Dêrelukê li qada Geliyê Reşova bêne bicihkirin û li dijî tunel-çeperên gerîla bêne bikaranîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku PDK par li Bendava Dêrelukê bi cih bûbû û li jora wê jî leşkerên tirk hatibûn bicihkirin.