Di vê nivîsê de dê qala polîtîkayên dewleta tirk bê kirin ku bi pêşengtiya desthilatên xwe didomîne. Di van demên dawî de li rastî gelek nivîs û analîzan têm ku polîtîkayên dewletê yên li ser kurdan ji nedîtî ve tên dîtin. Ev şerê niha li dijî kurdan tê meşandin wek şerê Erdogan û rejîma wî tê analîzkirin. Divê ez di serî de bibêjim ku hindik be jî rastiya van analîzan heye. Lê divê neyê jibîrkirin ku ev hemû encamên polîtîkayên dewletê ne. Heke ev ne polîtîkayên dewletê bûyan û dewletê nexwestibûya bêguman wê Erdogan û rejîma wî jî nikarîbûya ewqasî har û dîn bibe. Dewlet xwedî polîtîka û pergalê ne, van polîtîkayên xwe di çarçoveya plan û projeyên xwe de didomînin. Pêşiya rejîma/desthilata xwe, ew jî li gorî vê yekê plan û projeyên dewletê pêk tînin. Bila şaş neyê fêmkirin, helbet ev rejîm/desthilat ne bêguneh in, tûrikê wan tijî xwîn, dizî, kuştin, îşkence û hwd. ne. Ango dewlet û rejîm destbirakên hevdû ne û herdu jî hev heyî dikin û bêyî hevdû nabin. Ji ber ku pêwîstiya dewletê bi desthilateke faşîst heye, deshilatdariyê dixe destên faşîstan. Aliyê din jî ji ber ku desthilat faşîst in, dewlet wan li ser kar dihêle. Ev weke meseleya mirîşk û hêkê ye. Heke mirîşk nebe hêk tune ye, hêk nebe mirîşk tune ye. Ji bona wê ev şerê bi destên AKP’ê tê meşandin jî di heman demê de encamên plan û projeyên dewletê ne. Heke AKP vî şerî nemeşîne yek deqeyê li wir namîne. Lê aqilê dewletê jî vî şerî dixwaze lewre partiyên din jî li pey Erdogan dimeşin.
Armanc û projeya dewleta tirk a sereke tunekirin û qirkirina kurdan e. Bi kuştin û polîtîkayên bişavtinê heta niha ev yek pêk neaniye. Lê niha rejîma Erdogan û dewlet dixwaze di serî de dara li Rojava şîn bûyî û hêviyên kurdan ên Kurdistaneke serbixwe bifetisîne. Lewre hemû amûran ji bo tunekirina kurdan rewa dibîne. Dewlet dizane ku Erdogan ji bo berdewamiya rejîma xwe dikare her tiştî bike lewma hemû derfetên dewletê niha xistiye destên rejîma Erdogan. Ji bo piştrastkirina van gotinan ka em li dîroka nêz binêrin.
Li bakurê Kurdistanê berê xwe dan kurdan qetlîmên (teqînên Pirsûs, Enqere, Amed) mezin pêk anîn. Ev têrê nekir û berê xwe dan bajarên kurdan. Ji binî ve xira kirin û bi sedan ciwan, zarok kal û pîr di bajaran de bi tang û topan kuştin. Qeyûm avêtin ser şaredariyên kurdan û bi deh hezaran kurd avêtin girtîgehan. Ji bo haya civakê ji bûyerên bi vî awayî çênebe bi dehan rojnamegerên kurd avêtin zindanan. Her wiha li bakurê Kurdistanê tijî qerekol, kalekol, polîs, leşker û ajan kirin. Tevî ku ev hemû bi destên rejîma Erdogan pêk hatin jî partiyên din ên girêdayiyê dewletê li hemberî van polîtikayên pergalê dengê xwe dernexistin.
Dewleta dagirker bi destên AKP’ê li başûrê Kurdistanê li dijî Tevgerya Azadiya Kurdistanê şerekî qirêj da destpêkirin. Tevî hemû amûrên şer ên teknîkî çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar anî û hê jî bi kar tîne. Bi balafiran bi dehan sivîl li başûrê Kurdistanê qetil kirin. Bi dehan baregehên leşkerî li erdê başûrê Kurdistanê ava kirin. Dîsa xwest di nav kurdan de şerê birakujiyê bide destpêkirin. Lê dewlet di şerê Tevgera Azadiya Kurdistanê de di vî şer û polîtîkayên xwe de têk çû. Lewma dixwazin niha berê xwe bidin rojavayê Kurdistanê.
Ji 2015’an û vir ve rejima faşîst a kesk ji bo di hilbijartinan de serbikeve êrîşî Rojava dike. Bêguman dema êrîş dike ji hûr û giran hemû partiyên siyasî li derdora van êrîşan dibin xelek û serkeftinê ji leşker û çeteyên xwe re dixwazin. Dema ev yek pêk tê Erdogan jî bi dilekê rihet rejîma xwe didomîne. Ji ber ku li hemberî Tevgera Azadiyê li başûrê Kurdistanê serneket û dîsa hilbijartin jî nêzîk dibin lewma Erdogan şer dixwaze. Ji ber wê jî li hemberî Rojava gefên xwe zêdetir dike. Dîsa behsa dagirkirina hinek herêmên Rojava dike. Lê ji ber ku hê ji hinek deveran destûr negirtiye rojane Rojava bi tang, top û balafiran topbaran dike. Her roj sivîlan qetil dike. Erdogan ev demeke dirêj e dizane ku desthilatdariya xwe dikare bi şerê li dijî kurdan bidomîne. Heke şer nebe û gotinên hilweşandina dewletê li guhên civakê nekevin wê Erdogan hilbijartinan winda bike. Ji bo vê jî pêwîstiya wî bi xwînê heye. Ji bo nijadperestan jî xwîna herî rewa bêguman xwîna kurdan e. Ji bo vê jî dîsa bi heman awayî partiyên dewlata tirk yên ku qaşo li hemberî Erdogan têdikoşîn, xwe li dora gefên Erdogan dixin xelek û piştgiriya şerê li dijî kurdan dikin. Bêguman ev nîşanî me dide ku şerê li dijî kurdan ne tenê şerê Erdogan e, ev şer di heman demê de şerê dewletê bi xwe ye ku hemû desthilatên dewleta tirk bi awayekî rêk û pêk di meşandin û niha jî dimeşînin. Çiqas kuştina me kurdan îro bi pêşengtiya Erdogan û Bahçelî pêk tê jî heştî sal berê bi pêşengtiya CHP’ê pêk dihat. Lewre nav û rengê rejîmê/desthilatê çi be wê van polîtîkayên qirkirina kurdan bi awayekê bimeşînin.
Herî dawî dixwazim vê jî dest nîşan bikim: Tişta xuya dike wê dewleta tirk a dagirker careke din êrîşî rojavayê Kurdistanê bike. Ji gotinên rayedarên dewleta tirk ev bi awayekî pir zelal diyar dibe. Weke ku wezîra tirk Derya Yanik li xwe mikur hat û got: “Li Sûriyeyê dixwazin dewleteke kurdan ava bikin, em jî hewl didin ku nehêlin dewleta kurdan ava bibe.” Ev gotin rasterast dijminatiya li dijî kurdan e. Êdî hatiye wê radeyê di asta herî jor de rayedar û nûnerên dewleta tirk aşkera dijminatiyê li dijî hemû kurdên dinyayê dikin. Jixwe beriya niha demekê Erdogan bi xwe gotibû heke dewleteke kurdan li marsê çêbibe jî em destûrê nadin. Ji van gotinan jî diyar dibe ku pirsgirêk ne tenê Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, hemû kurd ji bo dewleta tirk pirsgirêk in. Ji bo wan divê li tu deverê dinyayê kurdekê serbixwe nebe. Hemû xeyalên dewleta tirk û rejîma Erdogan li ser tunekirina kurdan hatine damezrandin. Divê em jî li dijî van polîtîkayên dagirkeran di serî de li dora Rojava, piştre jî li dora hemû Kurdistanê bibin xelek û deskeftiyên Rojava û hemû kurdan biparêzin.