12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dewlet sûcên organize dike

Operasyonên artêşa Tirk dewam dikin, di operasyonan de çeken kimyewî tene bikaranîn, bi kumpasan mirov têne girtin, vîna gel tê xespkirin, zimanê reşkirinê bikar tînin. Qirkirina siyasî didome

Cihan dişewite, agirê oranîzekirî her diçe li welatan belav dibe. Herî dawî di navbera Hindistan û Pakîstanêde agir pêket. Tevahiya agiren pêdikevin, li gorî hesabekî derdikevin û tesadufî nînin. Hemû agir li gorî hesabekî matematikî tên pêxistin û tesadufî nînin. Agirên organizekirî, sucên oraganîzekirî derdixin holê.
Sed sal in li Kurdistanê agir venemiriye û sucên organîzekirî tene kirin. Sûcên bi organize li Kurdistanê, mirov dikarê di tabloya şerê 40 salan de bibîne. Li gorî Suleyman Demîrel 29 berxwedanên Kurdan çêbûne. Kiryarên dojehî yên di tevahiya berxwedanan de, di tabloya 1980- 2025an de xuya dike. Ev kronolojiya sûcan jî, ji destpêkê heta îro, encama dibistana bi ideolojiya siyasî “turkî” ye. Vê perwerdehiya ucube, dewletek û hêzên ucube derxistine hole.
Gund, tevî mirovan hatine şewitandin û wêrankirin, mirov di çalên asîdê de hatin tunekirin, mirov ji helikopteran hatin avêtin, koçîberkirin û malbat hatin parçe kirin, Kurdistan bi giştî kirin gorîstaneke bê kêl. Di şûrê sazkarên dewleta Enqerê de, xwîna gelê Kurd û hemû gelên cîhanê heye. Dîse jî gelê Kurd, qibleya xwe winda nekir, lê hatin parçekirin.
Kurd bûne sê parçe. Parçeyek bû çekdarê dewleta ucube, parçeyek bêalî bû, parçeyek jî têkoşîna bi rûmet domand, bi berdêlên giran gelek nirx bi dest xistin.

Kurdên bêalî

Sosyologê Amerîkî Richard Lichtman, kesên bêalî, bi dirtûyê sucdar dike. Her çîqasî ev sosyolog, vê gotinê, ji bo zanîngehan bêje jî: Zanîngeheke ku bi navê mirovaniyê ne axivê, ji nirxên mirovî û mirovaniyê dûr ketiye” bi kar anîbe jî, ji bo Kurdan jî derbasdar e.
Li hemberî ku di têkoşîna nîvsedsalî de, gelek Kurdên dirû derketin holê, dijmin jî, heta bi ewrên erdnîgariya Kurdistanê lewitandin, bi jehrê qirêjî kirin jî, Kurd bi navê mirovaniyê, hem axivîn, hem jî têkoşiyan. Di vê têkoşînê de, hem azmuneyên stratejîk bidestxistin, hem tecrubeyek şerê mekanik bidestxistin. Bêguman êş û azar gelek bûn, ev êş û azar jî dewam dikin.
Agirê li gelek herêmên cîhanê dirêjî Kurdistanê dibin. Di pêvejoya nû ya çarserî û aştiyê de, şer jî dewam dike. Tevgera Azadiya Kurd, şerê çekdarî daye rawestandin, lê dewleta Enqerê şer didomîne. Kurdan, şerê civakî, aborî, siyasî, diplomasi dijwar kirine. Şer şer e û tê wateya berxwedanê, eger berxwedan nebe, têkçûn û tunebûn heye.
Kurdan dest ji berxwedanê û armanca serketinê bernedane. Mînaka wê jî, dîplomasiya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê û cîhanê ye. Piştî tevgerek piralî, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava hate pêkanîn. Dîplomasiya li cîhanê jî dewam dike.
Her cûre Berxwedan, giring û pêwist e. Parlamentera Partiya Kesk ya Avustura Berivan Aslan, dibêje, “Kurd weke sêwiyên cîhanê ne.” Eger piştî şerê nivsedsalê û destketiyên Kurdan, dîse jî ev gotin were gotin, em vedigerin destpêka strana “weytî jarê û weylik li serê me be!” Kurdan ev qonax derbas kiriye û straneke nû dibêjin!
Şerê civakî, aborî, siyasî û dîplomasî naşibe şerê çekdarî. Erê şer şer e. Encam jî yek e. Lê şerê, civakî, aborî, siyasî û dîplomasî hem dijwar e, hem demdirêj e. Pêdivî bi ked û “aqil-mêjiyekî” xurt heye. Şerê nîvsedsalî yê fîzîkî, bê guman li ser bingeha “aqil-mêjî”yê stewihayî, têgihiştî û xwedî berhem hate pêkanîn û gelek nirxên giranbiha jî bidestxistin. Dewleta Enqerê anî qonaxa dexalet û lavekariyê.
Lê ne bes e, divê em ji bîr nekin; dewleta Enqerê wisa, erzan, lewaz û bêaqil, xeşîm, nezan nîne; divê kes wan mecbur-bûyî nebine. Têkçûye, ev rast e. Lê gotineke kurdan heye; mirovên zalim dema lewaz dibin, di qula derziyê re derbas dibin, dema têne ser xwe, dibina ejderha; ahlak, nirx, pîrozî, dîn û îmanê nasnakin. Edaletê dikujin, demokrasiyê tune dikin. Kevir li ser kevir, serî li ser bedanê nahêlin. Ev nasnameya dewleta Enqerê ye!
Yanî, dewleta Enqerê, xwedî tecrûbeya şûrê bi xwîn e. Hostayên dek û dolabên bizansiyan e. Dibêjin, lê napêjin! Di vê pêvejoyê de bêdengiya wan mînak e. Meh û nîv derbas bûye. Heta îro, tu rayedar, general, diplomat û burokratê payebilind ên tirk, negihiştiye mertebeya “azîz”î. Behsa mafên kurdan û mafên mirovan, mafê gelan, mafê nasname û aîdiyeta civakan naniye ziman.
Aliye din yê balkêş, hiquq û edalet e! Cûdatiya navbera dadgerên wan û polîsên wan cil û berg in! Mînak, Komîsyonên înfazê, xwe dadgeh dibinin. Girtiyên ku 30-35 salan di girtîgehan de mane, bi hincetên keyfî, weke ‘Tu gelek pirtûkan dixwîne’ 3 mehan, 6 mehan ceza dikin û wan bernadin. Sefaletek heye û weke marîfetek traji-komîk dixin pratîkê. Em dikarin, gotina Jean Paul Sartre biguherin û ji bo wan bejin: Ew tev kujer in!
Enqera bûye du-sê parçe. Kimya hunandina dewleta pençîk-dewşîrme xera bûye. Krîza aborî dijwar bûye. Nirxê lîreyên Tirk ber bi windabûnê ve diçê. Deynê derve yê Tirkiyê 500 milyar dolar derbas kiriye. Edalet û demokrasî tune bûye. Siyaset li gorî weseleyên rima desthilatdarî û muxalafetê diçe û tê û bandorê li kefikên mîzêna aliayn dike. Dîse jî “Ergenekon, MÎT” li ser kar in.
Çima vê dibêjim. Ligel operasyonên artêşa tirk ji erdê û hewayê, MÎT û artêşa tirk, li Iraq û Suriye, çeteyên paramilîter rêxistinî dikin.
Mînak; li Iraqê Muhafizên Ninova û Mertalê Kerkûkê ji Turkmenên, li Suriye jî SMO-bi kurdî AMS û çend komên paramilîter avakirine û wan perwerde dikin û xwedî dikin. Ajans, her roj, li ser van çeteyên paramîlîter nuçeyan belav dikin.
Kurd, şev û roj kar dikin, têkiliyan dideynin, hevdîtinan dikin, daxuyaniyan didin, daxwazên xwe rêz dikin, dîse jî muxatabê çarseriya pirsa Kurd nabînin. Kes xwe eşkere nake, serokkomar Erdogan, muxalafet,, serokê parlamentoyê, parlamento, ji bilî gotinên gurover, tiştekî nabêjin.
Tenê û teva, dibêjin, divê PKKe çekan deyne, xwe “fesih” bike. Di sedsala duyemîn ya komarê de, em ê weletekî ji teröre safîkiri, paqij, bi hêz û xurt avabikin. Eger çeken daneyîne û xwe fesih nekeê,m em ê bi rengekî din wan tüne bikin.

Ev rengê tunekirinê, komkujî ye!

Baş e û em bipirsin: Piştî têkoşîna nivsedsalî ku rayedarên dewleta Enqerê çog berdane erde, dexalet kirin û gotin; bila Ocalan werê meclîsê biaxive, Tirkiyê ji bela teröre rizgar bike, wê ji bo vê yeke çikir, çi gav avêt?

Kurd li benda bersiva vê pirse ne?

PKKe, ne rêxistinek ji rêzê ye ku bi gotinekê çekan deynê û xwe tesfiye bike. Gelo ji tesfiyekirinê armanc çiye? PKK, rêxistinek bi sazi û dezgeh e, xwedî rêxistiniyek civakî ye, xwedî medya piralî ye, xwedî dîplomasî û girêdana dîplomatîk e, di qada nenetweyî de jî, wek aliyekî ji aîdiyeta kurd û temsîliyeta pirsa Kurd e. Divê ev rastî werê qebûl kirin…
Operasyonên artêşa Tirk dewam dikin, di van operasyonan de çeken kimyewî tene bikaranîn, bi kumpasan mirov tene girtin, îradeya gel tê xesp kirin, , gef û zimanê reşkirinê tê bikaranîn, hiquqa dijminatiyê tê meşandin, qirkirina siyasî dewam dike.

Ev tablo, renge çarseriyê nîne.

Kes nikare vê tabloyê, vê rewşê, tene bi hin baskên hêzên milîtarîst ve girêbide. Rast e û dibe ku hin hêzên milîtarîst û nijadperest provakasyonan bikin, lê rayedarên dewlet û MÎTa Tirk, bênavber salekê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinkirin. Eger dewletê, çareserî qebûl kiribe, divê dewlet nava xwe safî bike, hem desturê nede provakasyonan, hem ji bo baweriyê bide gavan biavêje. Divê weke ciwamêran derkevin holê û bejin, em muxatabê çarseriya pirsgirêka Kurd in û me ev û ev gav avêtine.
Eger ev nebe, dirutî heye, neduristî, munafiqî û hileşer’î heye! Em pirseke din bikin: Gelo dewleta Enqerê, çima ji Efrînê, Girê Spî, Cerablus, Cinderes, Serê Kaniyê û hwd. Dernakeve?
Bêguman, pirsa ji Ewropa jî heye: Ewropa her deme, xwe bexte cîhanê, derguşa şaristanî û demokrasi dibine, mixabin li hemberî faşîzma Enqerê bêdeng e, Dîroka Ewropiyan, bi “feyz”a mirovên wekî Woltaire, Russeu, Kant, Hegel, Marx, Chomsky dagirtî ye, mixabin ev “feyz” di bazirganiya selefkarî de winda bûye.
Xuya dike ku bar, dîse li ser milên Kurd û dînamîkên demokratîk, kedkar û karkeran e û divê tu kes li bendeyi mucizeyan nemine.