12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewlet kurdên sexte dixwaze

Eliyê Şemsêxan

Kurd êdî xwedî rêber û pêşeng in. Rêber Abdullah Ocalan fikr û felsefeyek ku dikare gelê cîhanê bi rêve bibe daniye pêşiya kurdan. Kurd li gorî vê felsefeyê xwe bi rêxistin dikin. Divê neyên lîstik û xapînokên serdestan.

Dewleta Tirk her tim kes, hêz, partî, tevger û eniyên kole û xwe înkar dikin muxatab digire. Kes, hêz, partî û tevgerên ku li ziman, çand, nasname, vîn û hebûna xwe xwedî derdikevin û dixwazin bi reng û heqîqeta xwe bijîn, wan ji bo xwe talûke dibîne û li dijî wan şerê taybet pêş dixe.

Îro em vê rastiya dewleta tirk dîsa şênber li dijî gelê kurd dibînin. Dewlet di şexsê Dewlet Bahçelî de destê xwe dirêjî siyasetmedarên kurd dike. Wekî ku aştî û aramiyê dixwazin, xwe nîşan didin. Wekî ku alîgirên çareseriyê û demokrasiyê xwe pênase dikin. Çend roj şûnde gelê kurd, rêxistina kurdan wekî “teror” pênase dike. Rêberê Gelê Kurd wekî serokê “terorê” pênase dike. Bi milyonan kurdan îmze kom kiribûn û Rêber Abdullah Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl kiribûn. Îro bi milyonan gelên enternasyonalîst li dora fikr û ramanên Rêber Abdullah Ocalan kom dibin û wekî rêberê xwe qebûl dikin. Rêber Abdullah Ocalan êdî ne tenê Rêberê Gelê Kurd wekî rêberê gelê cîhanê tê nasîn. Lê hikûmeta ku dewletê temsîl dike, Rêber Abdullah Ocalan muxatab nagire. Li şûna Rêber Ocalan dixwaze kurdên ku hemû heqîqeta xwe înkar dikin muxatab bigire.

Dema ku gavek hat avêtin jî dixwazin bi fermana wan û li gor berjewendiyên wan bê avêtin. Ji bo vê yekê her tim li pey fen û futan digerin. Her tim li pey lîstik û kemînan in. Di dîroka Selçûkiyan de jî, diroka Mogulan de jî û di dîroka  Osmaniyan de jî em vê rastiyê dibînin. Sed salên dawî em vê rastiyê di dîroka  Dewleta Tirk de jî dibînin. Dema ku dewletê destê xwe dirêjî hêza li dijî xwe kir, divê mirov 100 carî bifikire û piştre bersîv bide. Divê pişt-perdeya wê gavê baş lêkolîn bike û li gorî wê gavan bavêje. Ji ber ku dewlet her tim rengekî nîşan dide, lê di kiryarê de rengê din derdikeve holê.

2 sal berî niha Erdogan dema ku 23’ê Cotmeha 2022’an hat Amedê got “Me Girtîgeha Amedê dewrî Wezareta Çand û Turîzmê kiriye. Em ê girtîgeha Amedê ku berê bûye mijara êş, zilm û bîranînên xerab, dê bibe meskenê qadên cuda. Dê li hundirê wê pirtûkxane û yekîneyên hunerê hebin. Girtîgeha Amedê dibe muze. Dê bi peşandanên hunerê ev êş ji holê rabe.” Îro zindana Amedê xirab dikin. Ji rastiya wê û heqîqeta wê dûr dixin. Bîrê tune dikin. Rojnamegerên ku heqîqetê nîşan didin binçav dikin. Rojnameyên ku heqîqetê dinivîsin, sansur dikin û biryara komkirinê didin.

Ên ku heqîqetê tînîn zimên an sansur dikin, an tecrîd dikin, an jî dişînin zindanan. Lê rê li pêşiya yên rastiyan berovajî dikin û manîpule dikin vedikin û wan derdixin pêş. Qelemşorên AKP-MHP’ê her roj di CNN, Haber-Turk, A Haber û qanalên wan ên din de her roj agahiyên şaş parve dikin serbest diaxivin. Siyasetmedarên her roj li pey rantê ne û siyaseta şer bi pêş dixin serbest diaxivin. Lê derdora siyasetmedarên ku ji bo aştî, demokrasî û yekitiya gelan dadikivin qadê ji aliyê sedan polîsan ve tên dorpêçkirin. Siyasetê ragihandinê, ziman, û çandê qedexe dikin.

Kesên aştiyê dixwazin divê berî her tiştî çalakî, daxuyanî û mîtîngên ji bo aştî, demokrasiyê asteng nekin. Binerin pêşengên kurdan xwestin li Amedê, di 13’ê cotmehê de mîtingek ji bo çareseriyê pêk bînin. Lê rayedarên dewletê destûr nedan. Ji bo mîtînga çareseriyê çalakî li hemû başarên Kurdistanê qedexe kirin. Ketin û derketina hemû bajaran qedexe kir. Li dijî rojnamegerên ku di 13’ê c otmehê de çalakî dişopandin tundî bikar anîn. Gelek kes binçav kirin. Lê gel tevî hemû astengiyan daxwaza  xwe û helwesta  xwe anî ziman. Rêber Abdullah Ocalan wekî muxatabê çareseriyê nişan da.

Di navbera 15-17’ê Cotmehê de Dayikên Aştiyê li dijî şer û ji bo aştiyê xwestin li ser sînorê  Sîlopyayê Nobeta  Aştiyê bigirin. Lê leşker û polîsan çalakiya Dayikên Aştiyê dorpêç kir û destûr nedan ku daxwazên xwe bînin ziman. 3 rojnameger bi giştî 22 dayiken Aştiyê binçav kirin. Li vir jî dayikan biryara xwe û israra xwe ya aştiyê anî ziman. Sekna xwe ya ji bo çareseriyê anîn ziman.

Rojnameyên ku agahiyên rast bi raya giştî re parve dikin asteng dikin. Der barê rojnameyan de biryara komkirinê didin. Ev nîşan dide ku destê dirêjî kurdan dike destê xapînok e. Li aliyekî destê ji bo çareseriyê dirêj dikin, li aliyê din kurdan û nûnerên kurdan wekî ‘terorîst’ pênase dikin.

Divê pêşeng, nûner û siyasetmedarên kurd jî vê rastiyê bibînin û li gor wê xwe bi rêxistin bikin û gavan bavêjin. Divê ji her kesekê/î dengê cuda dernekevin. Divê hemû kurdên li pey heqîqetê bêtir xwedî yek deng bin. Eger pêşeng xwe wekî nûnerên gel nîşan didin, wê demê divê li gorî daxwazên gel gavan bavêjin. Divê tavîzan nedin. Bê guman divê gav bên avêtin. Lê divê baş bifikirin û rast gavan bavêjin.

Eger em hinekî dîrokê û rastiya desthilatdaran bibinin, eger em hinekî li planên wan ên berê bixwînin û li encamê wan planan binerin; em ê rastî û heqîqeta van desthilatdarên ku şopdarên kevneşopiya hilebaz û xapînokan bibînin. Divê em êdî neyên xapandin. Divê em yekîtiya fikrî û zikrî pêş bixin û hêza xwe nîşanî her kesî bidin.