11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dewlet kujeran diparêze

Li Rojhilatê Kurdistanê di 4 meha de 45 jin kuştin. Rêxistina Mafê Mirovan ya Herana ragihand ku di nava 4 mehan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 45 jin hatine kuştin. Li gorî raporê sala borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatibûn qetilkirin.

Dîsa li Tirkiyeyê jî di 6 mehên destpêka salê de 136 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin. 145 jin jî bi awayekî guman kuştî hatin dîtin. Li gorî rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin di 2024an de li Tirkiyeyê 394  jin bi destê mêr hatin kuştin. 259 jin jî bi awayekî guman kuştî hatin dîtin.

Li gorî heman raporê di 6 mehên destpêka sala 2025an de ji sedî 65ê jinan li malê hatine kuştin. Ji sedî 35ê jinan ji aliyê zilamê ku pêre hatiye zeciwandin ve hatiye kuştin.

Ev dane nîşanî me didin ku jin bêtir li malê û ji aliyê zilamê pêre hatine zewicandin ve têne kuştin. Dewlet malbatê wekî saziyeke xwe ya pîroz dibîne. Lê gelo çima li cihê pîroz jin tên kuştin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama 8ê Adarê de ku ji bo jinan şandibû wiha dibêje: “…Wekî ku hûn jî dizanin, çand û kevneşopiya Satî heye. Di çanda Satiyan de jin davêtin nav agir û dişewitandin. Di salên 1832an de jî ev yek pêk dihat. Piştre, Îngîlîzî dawîli vê çandê anîn. Vejîna ku wê ji nû ve pêk bê gelek girîng e. Divê jin ne di warê biyolojîk de, divê di warê çand, civakî û dîrokî de bê nirxandin. Wekî ku Simone De Beauvoir jî dibêje; jin ne ji zayînê ye, ji hebûnê ye. Ez ne dijberî evin û zewacê me. Lê, her roj li ser navê evînê cînayetên gelek hov pêk tên. Kesekî evîndar çawa evîna xwe dikuje? Ev ne evîn e. Heya niha gelek jin ji ber pêwendiya bi vî rengî întîxar kirin…”

Ev daneyên ku li jor hatin parvekirin, nirxadina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser evîna sexte piştrast dike. Nîşan dide ku zilam çawa jinê wekî xizmetkara xwe û koleya xwe dibîne. Lê cihê ku jin û zilam di her milî de ne wek hev bin, di wir de civaka ahlakî û polîtîk pêş nakeve. Cihê ku jin ji aliyê zilam ve bên kuştin, cihê ku jin ji aliyê malbatê ve bê kuştin, li wir civaka ahlakî û polîtîk pêş nakeve. Li wir edalet, azadî û wekhevî û mafên mirovan jî pêş nakeve. Li wir aramî û tenduristiya civakê jî pêş nakeve.

Li vir ji bo rê li pêşiya kuştinan bê girtin û bêedaletî bi dawî bibe, divê di serî de saziyên darazê erk û peyvira xwe rast pêk bînin. Divê hemû neheqî û bêedaletiyê bibînin û mudaxale bikin. Lê em dibînin ku saziyên darazê li şûna edaletê pêş bixin, dijberî vê yekê bêedaletiyê pêş dixin. Rê li pêşiya zilm, neqeqî û kuştinê vedikin. Ji ber ku gelek caran em di nûçeyan de dixwînin, tê gotin ku zilamê kujer piştî çend rojan di bin çavan de maye serbest hatiye berdan. An jî piştî çend sala girtî ma serbest hat berdan. Ji ber zilamê kujer nayê cezakirin û ji aliyê darazê ve tê parastin, hêzê ji darazê û dewletê digire.