12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewlet çima dibe înkara mirovahiyê?

Her roj krîza pergala modernîteya kapîtalîst kûrtir dibe. Pênaseya me ya pergala modernîteya kapîtalîst jixwe pergala krîzan e. Ev pergal hebûna xwe bi derxistina krîzan dide avakirin.

Modernîteya kapîtalîst avakirin û rêvebirina xwe bi pergala dewletî pêk tîne. Di dîroka mirovahiyê de derketina dewletê gelek caran hatiye gotin. Dîsa jî dema mirov pênaseyeke giştî bixwaze bike; bi kurt û kurmancî dewlet înkariya mirovahiyê ye. Hebûna xwe bi êrîşên nirxên mirovahiyê pêk tîne.

Di dîroka mirovahiyê de bi derketina dewletê re heta niha di jiyana mirovahiyê de du xet derketine holê. Xeta yekemîn; xeta ku di mirovahiyê de israr dike û dixwaze li ser esasê mirovahiyê bijî ye. Ji bo vê yekê hertim li hember êrîşên dewletî bi her awayî parastina nirxên mirovahiyê kiriye. Xeta duyemîn jî; xeta ku hebûna xwe di tunekirina nirxên mirovahiyê de dibîne ye. Vê xetê derketina xwe li ser esasê êrîşê mirovahiyê daye avakirin. Armanca hebûna xwe di tunekirina nirxên mirovahiyê de dibîne. Ji ber vê yekê hedefa vê xetê bi giştî nirxên mirovahiyê ye.

Loma jî em dibêjin pergala dewletê di esasê xwe de pergaleke derveyî mirovahiyê ye. Ew dewletê ku niha li ser rûyê cihanê dewletbûna xwe îlan kirine û xwe wisa didin jiyîn em mêze bikin ka armanca wan a esasî çi ye.

Dema em li dîroka mirovahiyê mêze bikin, avabûna dewletan heta niha pergala dewletê bi tu awayî pirsgirêkeke mirovahiyê çareser nekiriye. Berovajiyê vê yekê bi derketina dewletê ve mirovahî hertim pirsgirêkê dijî. Pirsgirêka sereke ya ku serê hemû mirovahiyê bûye bela ‘şer’e. Di dîroka mirovahiyê de beriya derketina dewletê di nav civakê de şer tune. Dema ku pirsgirêk di nav civakê de derdikeve civak bi rê û rêbazê civakî pirsgirêkên xwe çareser dike. Dem dema dibe ku hin pirsgirêk vegeriyabin pevçûna jî. Lê bi tu awayî venegeriyaye şer.

Şer; tevgera çekdarî ya bi plan û bi program e. Ev taybetmendiya bi xwe re qirkirin, xespkirin û talankirinê tîne. Loma em dibêjin di nav civakbûnê de şer bi tu awayî tune. Qirkirin, xespkirin, dizî, talankirin taybetmendiyên dewletê ne.

Dewletên ku li ser civakan şer îlan dikin jî hene. Li hember îlana şer a dewletan civak jî mafê wê yê bi her awayî xwe biparêze heye. Ew dibe parastina rewa. Loma jî tevgera dewleta dibe şer. Tevgera civakan dibe xweparastina rewa.

Di vê çerçovê de em hinekî şerê cihanê ku tê meşandin mêze bikin. Modernîteya kapîtalîst ji bo ku krîza dijî derkeve hema bêje hemû aliyê cihanê cephê şer vekiriye. Modernîteya kapîtalîst ji bo ku krîzên xwe çareser bike hê jî rêbaza herî erzan şer dibîne. Loma jî her alî niha di nav şer de ye.

Destpêka salên 90’î şerê cihanê sêyemîn di Rojhilata Navîn de da destpêkirin. Ev şer çiqas berdewam kir li serê pergala kapîtalîst bû bela. Ji bo ku rûyê pergalê di nav gelan de deşifre bû vê carê neçar ma di nav dewletan de hin guhertina pêk bîne. Ji bo vê yekê dewletê wek Iraq, Misir û Yemenê guhertin pêk anî. Ev guhertinan jî li serê wê bûn bela. Dîsa jî nebû derman. Ji ber ku di Rojhilata Navîn de xitimî cepha Rûsya-Ukrayna vekir. Ev demeke dirêje diyare ku di vir de jî xitimandinek heye.

Pergala modernîteya kapîtalîst ji bo bazirganiyê hilde bi ewlehiyê rêyên ewle digere. Di civîna G20 a îsal de riya bazirganiya Hîndistanê hat erê kirin. Dema ku rotaya van rêya diguhere hin dewlet rola wan bêqîmet dibin. Tirkiye jî wan dewletên ku rola wê bêqîmet dibe ye. Ji bo ku balê bikşîne ser xwe û rola xwe biparêze serî rê û rêbazên cûr be cûr dide. Van rêbazan yek jê şerê Îsraîl-Filîstîn derxistine. A din, teqîna merasîma Qasim Silêmanî. A din erêkirina endamtiya NATO’yê ya Swêdê. A din lêgerîna dîplomasiya nav dewletan e. Qadên van rêbazan çiqas ji hev cuda bin jî armanc yek e.

Sedema sereke ya serî lêdana van rêbazan tunekirina destkeftiyên kurdan e. Ev nêzîkatî jî her ku diçe Tirkiyeyê dibe rewşeke xirabtir.

Ji ber karakterê dewletê dewleta tirk jî hebûna xwe li ser tunekirina gelan dide avakirin. Ev rewşa ku niha Tirkiye di nav de ye sedemê wê nêzîkatiya wê ya li hember çareserkirina meseleya kurd ve girêdayî ye.