Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe ya Meclîsê de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.
‘Çûna Îmraliyê geşedanek dîrokî ye’
Devlet Bahçelî endamên Komîsyona Meclîsê yên ku duh çûbûn Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin bi bîr xist û got: “Çûna Komîsyona Meclîsê ya Îmraliyê geşedanek herî dîrokî ye. Yek ji muxatabê herî cidî yê pêvajoyê Îmrali ye.”
