Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî. Di axaftina xwe de Devlet Bahçelî bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku hedefa Tifaqa Cumhur a sereke, biserxistina pêvajoyê ye. Devlet Bahçelî, bi berdewamî got: “Ji bo me tu hukmê hebûna kesên meqseda wan şêlû, nêrîna wan ji hev belav û hewl didin hedefa me ya ‘Tirkiyeya bêteror’ sabote bikin, nîne. Êdî tîr ji kevanê derketiye û em ê vê sefera xwe temam bikin.”
Devlet Bahçelî: Komîsyon bila biçe Îmraliyê
Devlet Bahçelî diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê hatiye avakirin biçe Îmraliyê, li Abdullah Ocalan guhdarî bike û got: “Wekîlên hatin hilbijartin bila biçin Îmraliyê, peyaman rû bi rû guhdarî bikin. Ev yek dê pêvajoyê hêj xurtir bike.”