Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî. Di rojeva Bahçelî de dîsa gur û gefa li dijî Rojavayê Kurdistanê hebû û gef li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwar. Devlet Bahçelî ku HSDê kiriye hedefa xwe bi ser eşîran re gef xwar û xwest eşîrên Ereb ji HSDê veqetin û biçin bi hikûmeta demkî ya Şamê re li hev bikin.
Devlet Bahçelî derheqê geşêdanên li Sûriyeyê de careke din di şexsê Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de gef li Rojava xwar û wiha got: “Divê entegrasyona li Sûriyeyê demildest pêk were û li gorî banga 27ê Sibatê ya Îmraliyê geşedan rû bidin. HSDê û YPGê bi daxwazên ku neyê muzakerekirin, dibe sedama fikarên ji bo entegrasyon pêk neyê hincetan derdixînin. HSDê û YPGê herêmeke berfireh a Sûriyeyê bi dest xistiye. Ew der ji aliyê çavkaniyên binerd û sererd ve herêmeke dewlemend e. HSDê û YPGê di bin bandora Îsraîlê de ne û ji aliyê siyonîsta nemerd ve Mazlûm Ebdî li şûna Serokê avakar ê PKKê amade dike. Ev yek dê neçareseriyê û aloziyan kûrtir bike. An bi peymanê an jî bi darê zorê pergala unîter a Sûriyeyê divê bê parastin. Li ser vê esasê divê eşîrên Ereb li rex rêveberiya Şamê bêşert û merc, cih bigirin. Li Sûriyeyê planên Îsraîl dê têk biçin.”
