12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Devecîoglu: Li vî welatî demokrasî tuneye

Ayşegul Devecîoglu, tayinkirina qeyûman nirxand û wiha got: “Berî her tiştî Tirkiye ne welatê hiqûq û demokrasiyê ye. Wekî polîtîkayên şer, qeyûm jî li vî welatî darbeya li dijî heviya aştiyê ye.

115 nivîskar, wêjevan û hunermendan, daxuyaniyek hevpar dan û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê dan. Niviskar, wêjevan û hunermendan anîn ziman ku mafê bijartin û hilbijartinê mafekî dest nayêdayîn e û xwest her kes hurmetê nîşanî vî mafî bidin û qeyûm demildest bi paş ve were kişandin.

Nivîskar Ayşegul Devecîoglu ku pêşengiya daxuyaniya hevpar a 115 wêjevan, nivîskar û hunermendan kiribû, der barê kampanya îmzeyan de ji Xwebûnê re axivî. Ayşegul Devecîoglu, tayinkirina qeyûman nirxand û wiha got: “Berî her tiştî Tirkiye ne welatê hiqûq û demokrasiyê ye. Li welatê ku biryarên Destûra Bingehîn bê binpêkirin û îktîdar bi her alî Destûra Bingehîn binpê bike, mirov nikare qala demokrasî û hiqûqê bike. Li welatekî ku piraniya gel di şertê birçîbûn û xizaniyê de dijî û hemû çavkaniyên dewlemendiyê pêşkêşî sermayeyê tê kirin, her wiha berjewendiyên sermayeyê tê parastin, mirov nikare qala  demokrasiye bike.

Jin tên qetilkirin

Dîsa li welatekî ku mijara perwerdehiyê hemû gelê welat eleqeder dike, mufredatek navendî amade dikin û li ser gel ferz dikin. Li welatekî wisa demokratî tune ye. Li welatekî ku her roj jin tên qetilkirin û tenê bi gotina zilamekî Peymana  Stenbolê ku jinan diparêze tê betalkirin, dîsa li welatê ku ax, av, kevir û daristana wê bi darê zorê pêşkêşî sermayeyê dikin, mirov nikare qala hiqûq û demokrasiyê bike.

Mafê ziman qedexe dikin

Li welatekî ku zimanê miletekî tê qedexekirin, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî tê qedexekirin, mirov nikare qala hiqûqa gerdûnî bike. Li welatekî ku hemû çavkaniyên cemaweriyê pêşkêşî şer û sanayiya  hevkarê xwe dike û cîranê xwe ji bo xwe wekî gef dibîne, li welatekî ku kesên qala aştî, demokrasî û mafên mirovan dike wan davêjin zindanan, ne hiqûq û ne jî demokrasî heye.”

Qeyûm darbe ye

Nivîskar Ayşegul Devecîoglu, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê, ne mijara demokrasî û hiqûqê ye û wiha berdewam kir: “Wekî polîtîkayên şer, qeyûm jî li vî welatî darbeya li dijî heviya aştiyê ye. Qeyûm israra  neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Ji ber ku piştî hilbijartina 31’ê adarê îktîdar ji xeynî politikaya şer tiştekî pişta  xwe bispêrê tuneye.”

Vîna kurdan binpe dikin

Ayşegul Devecîoglu bal kişand ser bêdengiya welatên ku qaşo demokrasiyê diparêzin a li dijî qeyûman û wiha lê zêde kir: “Em dibînin ku çothiqûq heye. Vîna kurdan binpê dikin. Cîhan çima bêdeng e. Eger çima li dijî tundiya Îsraîlê ya li dijî Gazzeyê bêdeng dimînin, çima li dijî Herêma Federe a Kurdistanê bêdeng dimînin û çima li dijî bombekirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng dimînin, ji ber vê yekê li dijî qeyûman jî bêdeng dimînin. Hiqûqa gerdûnî, hiqûqa mirovî û hiqûqa şer ku destkeftiyên mirovahiyê ne, ji bo berjewendiyên pergala kapitalizt, ewil li ‘welatê demokrasî lê heye’ tê binpêkirin. Minak DYA. Mîna NATO. Ew her tim ji bo berjewendiyên xwe helwestan nîşan didin. Ji bo berjewendiyên xwe hemû destkeftiyên mirovahiyê tune dikin. Wekî mijara Gazze û mijara qeyûm hiqûq û demokrasî tenê dikare bi têkoşîna gelan bê parastin.”

Ayşegul Devecîoglu bal kişand ser xebatên kampanyayê û ev agahî dan: “Bi giranî koma wêjekaran pêşengî kir. Piştgiriyek mezin dît. Metnekî hevpar hat nivîsîn û ji îmzeya nivîskar, wêşekar û hunermendan re vekirin. Eger cejn neketa navberê dê bêtir îmze bihatina komkirin.b Mijara qeyûmê heqîqetek ku hemû beşên civakê û heta kesên deng dane AKP’ê jî dijber in.”

Divê bi her awayî dijber bin

Devecîoglu, destnîşan kir ku ji bo kampanya encamê bigire divê tenê bi îmzeyan bi sinor nemine û wiha pêde çû: “Ji bo kampanyayek bi bandor bibe  û bibe parçeyekî têkoşîna civakî, divê tenê bi îmzeyan bi sînor nemine. Divê hem bi bedenê û bi her awayî dijberiya qeyûm hebe. Wêjekar parçeyek hêza civakî ya vî welatî ne. Wêjekaran di hemû mijaren ku demokrasî u hiqûqê eleqeder dike ji bo edaletê li tenişta gel cihê xwe girtine.

Divê her kes dijber be

Tayînkirina qeyûm binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Eger li welatekî qeyûm bê tayînkirin, mafê hemû welatiyan tê xezpkirin. Eger her kes bêyî fikara ‘Lê û gelo” li dijî qeyûm dernekevin, Qeyûm tenê li bajarên kurdan bi sînor namîne.

Ji bo aramiya welat

Ayşegul Devecîoglu, destnîşan kir ku divê berî her tiştî têkoşîna civakî bê xurtkirin û rêxistinkirin û wiha got: “Ez bawer dikim ku pêkhateya rêxistina wê herî lawaz jî girîng e. Bêguman divê her kes destê xwe têxe bin kevir. Lê em qanalên ku îtîraza li dijî qeyûman zêde bike lawaz dihêlin. Wekî wêjekarekê dikarim bibêjim ku; li vî welatê ku baskê wî şikestine, hêza xeyalan lawaz bûye, bi qasi helwesta wêjekar û hunermendan, pir giring e ku kesên aloziyê bide famkirin, tiştê nayê vegotin bidin vegotin di navenda cîhanê de cihê xwe bigire. Divê her kes ji bo demokrasiyê rola xwe bilîze.