Di 8ê Kanûnê de Rejîma Baasê ya 61 salan hilweşiya. Rejîma Baasê di 1963yan de bi derbeya leşkerî hat ser desthilatê. Îro dîsa bi darbeya HTŞê hilweşiya.
Piştî serxwebûna Sûriyeyê û bidawîbûna desthilata Fransayê di 17ê Nîsana 1946an de, Sûriyeyê serdemeke bêîstiqrariyê derbas kir. Piştî sala 1949an çend derbeyên leşkerî çêbûn, di sala 1958an de serokê Sûriyeyê Şukrî Qiwetlî û serokê Misirê Cemal Ebdulnasir damezirandina Komara Erebî ya Yekbûyî ragihand. Lê komarê dirêj nekir, di sala 1961ê de bi dawî bû.
Partiya Sosyalîst a Erebî ya Baas di sala 1940’î de ji aliyê Mîşêl Aflak û Selahedîn El Bîtar ve hat damezirandin. Di roja 8ê Adara 1963yan de komeke efserên Baasî bi hevkariya efserên neteweperest û Nasirî derbeyeke leşkerî pêk anî û di encamê de hikumeta Nazim El Qudsî hilweşand, rayedarên payebilind hatin girtin û parlemento betal kirin.
Piştî ku Hafiz Esed hat ser desthilatê, dest bi tesfiyekirina dijberên xwe yên siyasî yên di nava Partiya Baas de kir û dest bi xurtkirina dezgehên ewlekarî û leşkerî kir û rejîmeke otorîter ava kir.
Hafiz El Esed dezgehên ewlekarî û îstixbaratê yên xurt ava kirin da ku çavdêriya xelkê bike û hewlên derbeyê bitepisîne. Xwe sparte derdoreke teng a alîgirên xwe ku piraniya wan ji mezheba elewî bûn, da ku desthilata xwe ewle bike û biparêze.
Di dawiya salên 1970yî de, opozîsyona îslamî ya bi pêşengiya Îxwan El muslimîn li dijî Hafiz El Esed zêde bû ku di sala 1982yan de bi komkujiya Hemayê gihaşt lûtkeyê ku tê de rejîmê bi tundî Îxwan tepeser kirin û bi hezaran sivîl kuştin. Li gel îslamîstan, Esad rastî dijberiya hêzên çepgir û neteweperest hat ku bi tundî hatin tepeserkirin. Di mijdara 1988an de, Hafiz El Esed tûşî krîza dil a giran hat. Piştî mirina Hafiz El Esed di sala 2000an de, kurê wî Beşar hate ser desthilatê, mîna ku sîstema ku li welat hatiye pejirandin, sîstema qralî bû. Da ku Beşar bikare bibe namzed ji bo serokkomariyê, destûr bi awayekî lezgîn hate guhertin û referandûma giştî hat kirin û Beşar Esed wek serokê nû hat ragihandin.
Piştî ku Beşar Esed hate ser desthilatê, soza reformên siyasî û aborî da. Lê ew reform seranser û bi sînor bûn, lewma di pêvajoya desthilata wî de yekdestî girantir bû û gendelî jî zêde bû.
Di pêvajoya desthilatdariya Partiya Baas de ku bi dehan salan dom kir, rejîmê nekarî xwestekên gel bi cih bîne. Ji ber gendelî, nepotîzma komkirina her tiştî li welat di destê komeke nêzîkî desthilatdarê û Partiya Baas de û bû sedema gurbûna aloziyên aborî û civakî.
Bi pêla Bihara Gelan re ku di sala 2010an de li Tûnisê dest pê kir û derbasî Lîbya, Misir û welatên din ên Ereban bû, di Adara 2011an de li dijî rejîma Partiya Baas xwepêşandanên mezin dest pê kirin. Lê rejîmê li şûna pêkanîna reforman, hêza leşkerî derxist pêş û êrîşî çalakgeran kirin. Ev bû sedema mîlîtarîzekirina şoreşê bi destên hêzên derve. Nemaze Tirkiye û Qeterê piştî vê yekê çek û çekdar ji her deverên cîhanê şandin Sûriyeyê.
Bi berdewamiya krîzê re, rejîma Baasê qadên berfireh ên welat ji dest dan. Piştre Sûriye veguherî qada şerê navneteweyî û herêmî. Hêzên Rûsya û Îranê ketin herêmê. Tirkiye piştgirî da komên çekdar. Piştre komên çeteyan li herêmên ku ji destê Sûrî derket zêde bûn. Sûrî ji xeynî herêma Rêveberiyên Xweser bû qad û hêlîna çeteyan. Rûsya Îran, Tirkiye, Qatar û gelek welatên cîhanê piştgirî dan El Qaîde, El Nusra Artêşa Sultan Murad, Artêşa Nijtimanî ya Sûrî, Ceyş El Vatanî û gelek komên çeteyan. Van dewletên ku piştgirî dan çeteyan, xwestin bi destê van çeteyan alozî û kaosa li Sûriyeyê zede bike û bajarên ku bi piranî kurd lê dijîn dagir bikin. Lê Yekîtiya Parastina Gel (YPG) Yekîtiya Parastina Jinan (YPJ) û Hêsên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî van komên çete dest bi parastina gel kirin. Ji Hesekê heta Qamişlo, ji Kobanê heta Minbic û Efrînê ji destê komên çeteyan paqij kirin û Rêvberiyên Xweser ava kirin. Piştî ku Rêveberiyên Xweser hatin avakirin û Meclisên Demokratîk hatin sazkirin, li van bajaran modela Neteweya Demokratîk, Rêveberiya Demokratîk û meclisên demokratîk hatin avakirin. Hemû bawerî, nasname, çand, ziman û zimanan di bin baneyên Meclisên Rêveberiya Demokratîk de cih girtin û bûn xwedî vîn û nasname. Bi pêşengiya jinan û yekîtiya gelan li Rojava şoreşek pêş ket. Ev şoreş bû mînak û remzek ji bo jiyana demokratîk û hevpar. Di nava 10 salên dawî de êdî pergala Neteweya Demokratî û Xweseriya Demokratîk hat avakirin. Hemû gelên cîhanê êdî ev model ji bo xwe kirin mînak.
Di vê pêvajoya ku pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêş ket û belav bû de, hêzên navdewletî ji bo rê li pêşiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bigirin piştgiriya çeteyên ku li Idlib, Ezaz, Bab û Efrînê perwerde kiribûn zêde kir. Rê li pêşiya van çeteyan vekir ku êrîşa zêde bikin. Li aliyekî berê Heyet Tehrîr El şam ku berdewama El Nusra ye da Helem, Hems û Şamê. Li aliyê din Tirkiyeyê berê çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûrî (ANS) Artêşa Sultan Murat û Ceyş El Vatanî ku wan ji bo plana Mîsakî Mîllî wekî amûr bikar tîne, da Şehba, Til Rifat û Minbicê. Ev nîşan dide ku Hêzên Navdewletî ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîdê kûr dikin, ji bo projeya Rêber Abdullah Ocalan a Neteweya Demokratîk li Rojava geş nebe û belav nebe, bi rêya çeteyan xwestin disa teşeyeke din bidin Sûriyeyê. Xuya dike ku dîsa Sûriye di nava xwe de parve kirine. Hêzek bi rêya HTŞê dixwaze Şamê di kontrola xwe de bi rêve bibe, hêza din jî dixwaze bi destê çeteyan destkeftiyên kurdan tune bikin û êrîşên xwe zêde dikin.
Ev nîşanî me dide ku her çend Rejîma Baas a destpot hilweşiya, li şûna wê bermahiya DAIŞê HTŞ bi cih bûye û destpoteke ku majikê hezên hegemonin pêş dikeve. Em dikarin bibêjin destpotek çû, testpotek xetertir hat.