10 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Destpêkeke baş

Welat ne bi etîket û sîfetan, bi cewher û giyana Mem û Zînê dibe welat û digihîje yekîtiyê. Bes dîsa jî em bêjin, despêkeke xweş bû. Bi hêviya ku çar parçan bike yek.

Çend roj berê ez jî li Bazîdê bûm. Ji bo Konferansa Gotûbêjên Yekîtiya Neteweyî. Min jî wek gelek kesan got qey beşdar ji her parçeyî hatine. Ji ber ku di navê konferansê da yekîtiya kurdan hebû. Lê belê beşdar tenê ji Bakur bûn. Bes di sînevîzyonê de pêşeng û lehengên me yên herderî û herdemî hebûn. Lê ji ber ku ekrana sînevîzyonê nizanim çima gelek biçûk û li kêlekekî bû, tam rola xwe neleyîst. Nebû dîmenê ber çavên her kesî.

Îja kelecan û hêvîdariyek xweş hebû. Nas û hevalên ku mirov dizanibû di demên wiha de bêwan nabe tev li wir bûn.

Hesta; tu jî li vir î!

Min dizanibû tu yê jî li vir bî!

Çi xweş e ku em tev li vir in.

Çi diyar e ku em ê tim li vir bin, li ba Xanî Baba!

Ev hesta ji hingiv şirîntir gelek xweş û delal bû.

Lê her tişt ne ewqas xweş û delal bû mixabin. Hin tişt ji jehriyê jî tehltir bûn.

Mînak; Nizanim çima ewqas ev hevoka demkuj û bêwate tê dubarekirin!

Birêz nizanim kî û kî jî di nav me de ye!

Saziya filan tiştî jî di nav me de ye!

Filan filan serok û rêveber jî di nav me de ne!

Di nav me de ne! “Yanî çok degerli belediye başkanimiz da aramizda! Vekilimiz de ARAMIZDA”!

Erê welle di nav me de ne! Yanî ev tirkîhezî û kurdîxerabkerî dibe kulek û dikeve nava me.

Ev kurdîtehrîbkirin, birînek e û di nava me de ye! (Ji ber ku wan civînên partiyên tirkan tîne bîra mirov; kaymakam bey de aramizda…)

Ger tiştek ku di nav me de ye hebe… ew jî ev e.

Herwiha hem ji xwe beşdarên gelek hêja û bi rûmet, di afîş û belgeyên danasîna bernameyan de diyar in, hem jî li wir in, tên dîtin. Ma di hizûra Ehmedê Xanî de hewce dike mirov vê feslê ewqas dirêj bike û wan nav û nîşanan ewqas dubare bike? Ev çi resmiyet, ev çi şekliyet e! Tew tiştekî din heye qêmîş nakim ji we re bêjim jî!

Başqanim û wekîlîm …

Mîsal, kurdeka pir hêja heye, şêrejinek ji şêrejin û kurdîheza vî welatî… Me li wir hev dît û kêfxweş bûn. Ya ku me anîbû ba hev jî welatperwerî û yekîtîperwerî bû. Dema di demên gelek kurt de li zîndanê jî em rastê hev hatibûn, hest û best eynî bûn. Lê ên dora me girtin, vê nasnama kurdistanî danîn cîhek û gotin; Tu kîjan wekîla me bûy?

“Vekilim sizinle foto çektirmek istiyorum”…

Min xwe negirt û got; Ew niha ne wek wekîl, lê wek Xanîperwerek li vir e, We xêr e? ( Baş bû ku nizanibûn ez kî bûm.)

Lê dengê min nebirin xwe û bi wekîla xwe re wêne kişandin. Yanî, di konferansa bo Ehmedê Xanî de gotina ku herî pir bi ber guhê mirov diket ev bû; Başkanim, eşbaşkanim,Vekîlîm.

Dibe hinek bêjin, lê kirdeyên jîna me ew in loma! Naxêr, newisa ye! Hela jî li ba Xanî Baba (ji qewlê bazîdiyan va) her kes wek hev, her kes kurd, her kes yekîtîperwer û azadîperwer e. Hewcê etîket û sîfetan nake.

Mala ber kesa/ê ku ji bo vî welatê dixebite ava be. Lê welat ne bi etîket û sîfetan, bi cewher û giyana Mem û Zînê dibe welat û digihîje yekîtiyê. Bes dîsa jî em bêjin, despêkeke xweş bû. Bi hêviya ku çar parçan bike yek, hevkujiya bi her awî tune bike û Xaniyê me yê tekane, Seydayê dil û mêjiyê Kurdistanî dilşad û serfiraz bike, pîroz be li me.