10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Destpêka çareseriyê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e’

‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ku ji Amedê heta Enqere destpê kir gihişt Dîlokê

‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk’ bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ji Amedê ber bi Enqereyê ve hat lidarxistin, di roja 3yem de gihişt Dîlokê. Meşvanên ku di navde Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li Parka Yeşîlsû hatin ba hev.

Di çalakiyê de pankarta “Meşa çareseriya demokratîk” û lolîpopên ‘Ji çareseriyê re erê, ji tesfiyeyê re na’, ‘Berxwedan jiyan e’, ‘Em ji bo çareseriyê biisrar in, dê bi ser kevin’, ‘Em bi hêza teorîk û pratîk bi bawerin’, ‘Jin Jiyan Azadî’, “Berxwedan dê bidome, silav ji azadiyê re’, ‘Em rê nadin talanê’ û ‘Tecrîd didome’ hatin hilgirtin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu di çalakiyê de axivî: “Di bin siya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên hegomon dixwazin axê di navbera xwe de parve bikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava di serî de di pêşengiya jinan de jiyaneke hevpar ku hemû bawerî, gel û çandên cuda bi hevre dijîn hatiye avakirin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hinek şert hene. Yek ji van jî polîtîkayên tecrîdê ye. Ji bo çareseriyek demokratîk û bi edalet pêk bê, divê berî her tişti tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê şertên azadiya fîzîkî yên birêz Ocalan bên avakirin. Meşa me ya Çareseriya Demokratîk û Azadiyê ji ber vê yekê ye. Ev meşa me ji bo aştî, demokrasî û jiyanek bi edalet e. Ji bo em vê daxwaza gel pêk bînin em vê meşê li dar dixin. Aktorê vê çareseriyê birêz Ocalan e. Ji bo vê yekê divê birêz Ocalan azad bibe. Azadiya birêz Ocalan dê aştiya gelan û wekheviya gelan pêş bixe.”

Hevserokê Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Zeynel Kete jî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Vê erdnîgariyê gelek tişt dît. Hemû cureyên jiyanê yên weke jiyana komunal, ya wekhev û jiyana xwezayî dît. Lê li aliyê din gelek zor û zilm jî dît. Bi qasî şopa jiyana dayiksalarî ew qas jî şopa baviksalarî ya zilmê dît. Lê tu carî gelê têkoşer dest ji vê têkoşînê berneda. Kesên bi evîndarî girêdayi vê jiyanê tevî hemû zext û zilmê dîsa meşa xwe berdewam kirin û li ser vê axê destan nivîsandin. Di pêvajoya avakirina Komarê ya sala 1924an de dema netewe dewletê xwest pergala xwe ya yekperest ava bike, serî li rêbaz û zagonî dan. Netewe dewletê dema zagonên xwe ava kirin, bi şer, zorê, hîleyan û komkujiyê ava kir. Bi zagona Takrîr î sukûnê, bi Plana Islehkirina Şerqê, bi zagonê Teke û Zaviyeyan, zagona gundan, yekperestiya xwe parast. Tu carî Kurd, Elewî û yên din qebûl nekir û her tim înkar kir. Dema gelan jiyana demokratîk xwest li dijî gelan komkujî pêk anîn. Van komkujiyan ji Qoçgiriyê dest pê kir û heta îro ev komkujî didomin. Lê li aliyê din di vê sed salê de me tu carî dest ji modela Mornîteya Demokratîk û Neteweya demokratîk berneda û em ji bo pêkvejiyanê têdikoşin.”

Piştî daxuyaniyê li dijî astengiya polîsan çalakiya rûniştinê hat li darxistin, girse piştre heta avahiya Rêxistina Bajar a DEM Partiyê meşiya. Di meşe de dirûşmeyên Bijî berxwedana Rojava’, ‘Her der Rojava, her der berxwedan’, ‘Bijî bexwedana gelê me’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.