Di vê serdema zanistê de mîtolojî wek çîrok û gotûbêjên ji rastiyê dûr ên civakên paşdemayî tên dîtin. Ji du têgehên yewnanî ,“mîtos” û “logos” pêk hatina wê, her çiqas bi nêrîna şaxekî zanistê lênêrîn hatibe kirin jî, di çarçoveyeke teng a bûyerên deresirûştî û bi têkiliya xweda-xwedawendan ve sînordarkirin, wê mehkûmê pozîtîvîzmê dike.
Teoriyên mîtolojiyan ji antropolojî, çand, civak û dîrokê cihê destgirtina beriya mîladê sedsala 4emîn bi Euhemeros dest pê dike û di sedsala 19emîn de Malînowskî û Levi-Strauss ev rêbaz tê berdewamkirin. Mînak, di sedsala 19emîn de çar teoriyên bingehîn ên mîtolojiyê (teoriya seriptial, teroriya dîrokî, fizîkî û alegorîk) mitos ji hemû zanistên civakî û pozitîvîzmê dûr, wek hikayet û çîvanokan hilgirtine dest.
Vê destgirtina şaş, rê li ber tevlîhevkirina hikayet û çivanokên ku tu têkiliya wan bi mîtolojoyê re tuneye, vekiriye. Pirî caran hikayet û çîvanok bi destan û efsaneyan re têne tevlîhevkirin lê ev her du ji hev cude ne.
Hikayet û çîvanok
Divê di destpêkê de xeta vê yekê were diyarkirin: Hikayet û çîvanok xwe dispêrin vegotinên spêkûlatîf. Efsane û destan jî xwe dispêrin bûyer, rewş û rastiyên dîrokî. Tiştên di efsaneyan de hatine bilêvkirin wek tiştên bingeha xwe ji rastiyê girtine tê pêjirandin
Destan jî vegotina bi metoda surrealîst û rastiyê di nav hev de ye. Leheng an jî bûyereke dîrokî berzkirin e. Hemanên neteweyî bêhtirînin. Ango eydê milet û netewekê ne. Di roja me ya îroyîn de jî, her netewek xwe dispêre destaneke lehengî . Yewmanî xwe bi destana Îlyada û Odysseia, îranî bi Şêhname, hindû bi Mahabharata û Ramayana, kurd jî xwe dispêrin destana Kawayê Hesinkar. Netew xwe bi van destanan tînin ziman.
Di nava hûrguliyên her destanê de motîf û hêmanên orginal ên neteweyî hatine hûnandin. Şaxên destanê jî hene; li ser evînên mezin, tragedî û lehengiyên gewre yên neteweyî hatine afirandin. Ji dîrokê ne qut in û di nava sînorên neteweyî de ne.
Destana Îlyada u Odysseia ji aliyê herkesî ve tê zanîn. Ji hêla Homeros ve beriya mîladê di sedsala 8emîn de hatiye nivîsandin. Arkeologê ametor Heinrich Schliemann (1822–1890) bi rêberiya pirtûka Homeros mîrateya Troyayê kişf dike û bi vê dîtina xwe rastiya destanan jî diçispîne. Mînakên wek vê ku arkeolojî bi rehberiya destanan lêkolînên xwe dane destpêkirin zehf in.
Cureyên destanan
Destan jî di nava xwe de dibin du beş. Destanên nivîskî û yên devkî. Ji gelek hêlan ve ji hev cihê bibin jî rastiya wan li ser heman bingehê ye. Lê bixwaze nexwaze destanên bi devkî hatine vegûheztin vegûhertinen ji dîroka wê qut hatine tevlêkirin û her dengbêjekî/ê li gor dema têdeyî wate û nêrîn lê bar kirine. Belê ev wek dezavantajekê xuya dike û wisaye jî. Lê rastiya kurd û Kurdistanê ji hêla polîtîk, erdnîgarî û aborî ve li ber çav were girtin, dê ewqasî balkêş neyê dîtin. Heta dê wek mucîzeyeke giranbha jî bê dîtin. Di destanên mîna Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Derwêşê Evdî de pir versiyonên cihê hene. Lê dîsa jî di her destanek gencîneyên giranbûha di nava xwe de dihewîne. Arkeolojiyeke fikrî û çandî pêşkeş dike. Li ser her varyantekê lêkolîneke cuda pêwîst dike.
Destanên nivîskî
Destanên nivîskî yên dîrokî mixabin pir kêm in. Destana Memê Alan ku Ehmedê Xanî feyza xwe jê girtiye û berhema bi navê Mem û Zîn jê afirandiye, ji hêla dîplomat, oryantalîst û zimanzanê fransî Roger Lescot ve hatiye berhevkirin û di 1942yan de li Beyrutê bi alfabeya latînî û kurmancî hatiye weşandin.
Di demên dawî de li ser Derwêşê Evdî hin lêkolîn hatibin kirin jî, bi dehan destan ber bi windabûnê ve diçin.
Divê neyê jibîrkirin ku wêje, hûner, roman û psîkanalîza Ewropî ji destanan sûdeke pir mezin wergirtine. Avakar û navdarên psîkanalîzê Sîgmund Freud û K.G. Jung bi daneyên mîtolojiyê dahûrandinên xwe kirine.
Hêmanên gerdûnî
Di mîtosên kurdan de jî têra xwe daneyên di vê der barê de hene. Efsane jî beşek a mîtolojiyê ye. Gelek caran destan û efsana tên tevlihevkirin. Destan çiqas neteweyî bin, efsane jî ewqasî hemanên gerdûnî di nava xwe dihewînîn. Di vê der barê de efsaneya Tofanê ya Nûh, Adem û Hewa, Sîmurg û hwd. hene. Di mîtolojî û baweriyên gelek olan de, ev bûyerên efsanewî di bin navên cuda de tên bilevkirin.
Di roja me de gelek destan û efsaneyên kurdan bi pîvanên mîtolojiyê hatine nivîsandin. Huner, wêje, dîrok û beşên psîkanalîzê dikarin fêdeyeke pir mezin jê werbigirin. Lê beriya her tiştî divê li ser pîvan û teoriya mîtolojiyê fikrekî hevpar a zanîstî hebe. Piştî analîz û rexneyên li ser teoriya mîtolojiyê dê dahûrandina her destan û efsaneyê baştir were kirin û encamgirtir bibe.