12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destarê kurdî xweş digere û hûr dihêre

Lezgin Akdenîz

Kovara Destar a wêjeyî ya kurdî bi hejmara 4’an gihişt ber destê xwendevanên xwe yên wêjehez.
Kovara Destar a wêjeyî ya demsalî ku salekê berê bi dirûşma ‘Destarê Kurd-î Hûr Dihêre’ û bi armanca, ‘wêjeyeke xwebûnî û gerdûnî’ dest bi weşanê kiribû, bi vê hejmara xwe ya 4’an a taybet, salvegera xwe bi xwendevanên xwe yên wêjehez ên kurdî re bi hejmareke têr û tijî û dewlemend pêşwazî dike.

Kovara Destar ku hejmara wê yekem di demsala havîna 2021’ê de hatibû çapkirin û ji aliyê wêjehezên kurdî ve rastî eleqeyek mezin hatibû, li çar aliyên Kurdistanê û li her derê ku kurd lê dijîn, bi armanca pêşxistina wêjeya kurdî ya hevgir û tevgir dest bi weşanê kiribû. Kovara ku vê armanca xwe ya dîrokî, xet û nêrina xwe ya wêjeyê li gor hişmendiya ‘Modernîteya/Şaristaniya Demokratîk’ saz dike, diyar dike ku li dijî hişmendiya wêjeya hemû modernîteyên deshilatdar ên xweperest û nêrza, bi taybetî jî li dijî hemû ferasetên wêjeya modernîteya kapîtalîst dê wêjeya xwebûnî û gerdûnî ya modernîteya demokratik bi pêş bixe.
Kovarê, piştî hejmara yekem, bi heman dirûşm û armancê, lê bi naverokên dewlemendtir û xurttir hejmara xwe ya duyem di demsala payiza 2021’ê de, ya sêyêm di zivistana 2022’yan de û hejmara herî dawiyê ya 4’an jî di bihara 2022’yan de weşand.

Di wêjeya kurdî de demsala biharê

Kovara Destar di demsala biharê de li gel hejmara xwe ya taybet a 4’an salek li pey xwe hişt; bi bîr û bawerî, coş û kelecana destpêkê careke din xwe gihand ber destê wêjehezên kurdî. Bi vî awayî nîşan da ku di dîroka wêjeya kurdî de bû xwedî cihekî girîng.
Kovar, bi hejmara xwe ya 4’an jî destarê wêjeya kurdî, di beşên cuda cuda de, bi çar zaravayên kurdî bi awayekî fireh gerandiye û hûr hêraye. Di beşên ‘Destarê Kurmancî’, ‘Destarê Kirmanckî’, ‘Destarê Soranî’ û ‘Destarê Hewramî’ de, di serî de mijara Newroz û jinê, gelek mijarên din bi destikê destarê wêjeyî hatine gerandin û hêrandin.
Hevgerînendeya kovarê Jîn Aryen diyar kir ku di vê hejmara kovarê de li gel beşên diyarker, bi mijar û naverokên cuda yên têr û tijî girîngî û taybetmendiya demsala biharê ya ji bo kurdan bi çavekî wêjeyî hatiye honandin û wiha pê de çû: “Kovar bi sernivîsa ‘Destarê Kurdî Xweş Digere û Geş Dihêre’ derket. Wek tê zanîn demsala biharê hem ji bo me kurdan, hem jî ji bo hemû mirovahiyê, ji gelek milan ve demsaleke gelek taybet e û xweser e. Beriya her tiştî jinûvevejîna xwezayê ye, ku ev jî di nava xwe de jinûvevejîna hemû giyanewer û heyberan jî dihewîne. Di demsala biharê de Roja Jinan a Cîhanê, Newroz, Hefteya Lehengiyê ya Kurdistanê, Destpêka Meşa Azadiyê ya li Amarayê, Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê, Cejna Zimanê Kurdî û gelek rojên din hem di dîroka mirovahiyê de hem jî di dîroka Kurdîstanê de cihekî gelek girîng digirin.”

Aryen diyar kir ku demsala biharê ji hemû neteweyan zêdetir ji bo kurdan girîng û watedar e û wiha dewam kir: “Weke ku di sernivîsa Destarê de jî hatiye nivîsin, demsala biharê ji bo kurdan xwedî cihekî dîrokî ye. Ji ber vê yekê jî demsala biharê, di serî de dîrokî, civakî, felsefî, çandî, polîtîk û derûnî ji gelek milan ve li gel bi hezaran mijaran çavkaniyeke bingehîn e. Ev çavkaniya bingehîn di heman demê de bingeha gelek çavkaniyên ku di wan diyardeyên dîrokî de veşartî ne di nava xwe de dihewîne; ji bo ku wan bide der û wêjeyeke xwebûnî û gerdûnî saz bike jêderkeke jêneger e. Em dixwazin bi şanazî, serfirazî û bextewarî bibêjin ku Destarê me di heman demê de bi armanc, hişmendî, giyan û zanebûna ku vê rasteqîniyê bi awayekî şênber bivejîne û bide jiyîn digere û dihêre”

Raperîn û şoreşa wêjeya kurdî

Hevgerînendeyê din ê kovarê Heval Dilbihar jî anî ziman ku wan li gel hejmara 4’an a kovarê saleke têr û tijî li pey xwe hiştiye û meşa wan bi bawerî û biryardariyeke mezin didome. Dilbihar girîngiya wêjeya kurdî ya dîrokî careke din diyar dike û armanca kovarê ya pêkanîna raperîn û şoreşa wêjeya kurdî wiha got: “Weke ku me di sernivîsa kovarê de jî diyar kiriye, gelê kurd di vê serdema dîrokî de, li gel hemû serdestî, desthilatdarî, zordarî, dorpêçkirin, êrîş û kujiyên piralî yên hêzên ‘modernîteya kapîtalîst’ û netew-dewletên dagirker, mêtinger û hevkarên wan; çawa ku bi bîr, bawerî û hişmendiya Modernîteya/Şaristaniya Demokratîk têkoşîna xwe di her dem û kêliyê de bilindtir kiriye; di heman demê de di qada polîtîk, civakî û jiyanî de jî ji tevahiya cîhanê re pêşengiya şoreşeke nû dike. Hewl dide ku li ser bingeha azadiyê vê yekê di qada zanist, huner, çand, bedewkarî û wêjeyê de, bi rengê hilberîneke raperîner bi pêş bixe. Bi taybetî jî van salên dawiyê hewl dide raperîn û şoreşa wêjeya xwe ya kurdî ji her milî ve pêk bîne.”
Dilbihar, diyar kir ku ew ê bi heman bîr, bawerî, biryardarî, kelecan û coşê xebatên kovarê bidomînin û der barê serkeftina xebatên kovarê yên ji niha û pê ve jî wiha got: “Em ê ji niha pê ve jî wek teyrê sîmir bi hiş û giyanê Newroz, jinên azad, lehengên azadiyê, keda pîroz û zimanê xwe yê bêhempa, bi armanca şoreşa wêjeyî ya xwebûnî û gerdûnî, Destarê xwe, bi hev re, ne tenê bi awayekî fireh û kûr, di heman demê de geş û gur bigerînin û bi serfirazî hûr û dûr bihêrin, bigihînin asoyan û bi serkeftinê tacîdar bikin.”