Kovara Destar a wejeyî ya ku sê mehan carekê, bi çar zaraveyên kurdî tê weşandin bi hejmara xwe ya 5an gihişt ber destê xwendevanên xwe yên kurdîhez û wêjehez.
Kovara Destar, a ku bi dirûşma ‘Destarê Kurd-î Hûr Dihêre’ dest bi weşanê kiribû, salek li pey xwe hişt û bi hejmara xwe ya 5an careke din bi konsept û naveroka xwe ya dewlemend û bi destargerên xwe yên kedkar û şoreşgerên wêje û zimanê kurdî, derket pêşberî xwendevanên xwe.
Di vê hejmarê de jî, bi dehan destargerên kurd-î yên ji her çar milên Kurdistanê, ji Ewropa, Qafkasya û ji gelek welatên cuda yên cîhanê bi nivîsên xwe yên têr û tijî û naverokên cur bi cur Destarê wêjeya kurdî bi bîr û bawerî û berpirsyariyeke xurt fireh digerînin û hûr dihêrin; di qada wêjeyê de rêgeh û bergeheke nû diyar dikin, rêçeke nû vedikin, wêjegeheke nû saz dikin.
Weke her hejmara kovarê, di hejmar 5emîn a kovarê de jî di nava beşên sereke yên kurmancî, kirmanckî, soranî û hewramî de, beşên wek Ramanên/Nirxandinên Wêjeyî, Rexneya Wêjeyî, Wêjeya Devkî, Roman, Çîrok, Ceribandin, Helbest, Bîranîn, Kovargeriya Kurdî, Werger û Wêjeya Cîhanê cih digirin. Û di bin sîwana wan de jî, bi dehan nivîsên wêjeyî yên bi wan beşan ve têkildar cih digirin. Di her beşeke cuda de, nivîskarên ji çar aliyên Kurdistan û cihên din bi nivîsên xwe yên dewlemend û balkêş ên wêjeyî û ramanî ku bi awayekî bi wêjeyê ve têkildar in cih digirin.
Wêjegeheke Nû
Hevgerînendeya kovarê Jîn Aryen diyar dike ku Destar berhema kedeke hevpar e, hêz û bingeha xwe ji rasteqîniya dîrokî, civakî û çandî digire û wiha pê de diçe: “Jêder û çavkaniya bingehîn a kovarê ligel wêjeya nivîskî ya neteweya kurd û hemû mirovahiyê, wêjeya devkî ya civakî ya kurdan û hemû mirovahiyê ye. Bêguman, wêjeya nivîskî di parastin û pêşxistina zimên de xwedî cihekî gelek girîng e; bi taybetî jî di serdema xwe de xwedî risteke sereke ye, wêje mayînde kiriye û veguhastiye pêşerojê.”
Aryen a ku destnîşan dike ku, wêjeya nivîskî hemû mijar û celebên wêjeyî di nava xwe de dihewîne û di kovara Destar de jî ev yek xwe bi awayekî dewlemend dide der wiha balê dikişîne ser armanc û berpirsyariya wêje û wêjekaran: “Bêgûman, wêjeya nivîskî hemû xal û mijarên ku bi xweza, mirov, civak, jiyan û hemû tiştên bi wan re têkildar in di nava xwe de dihewîne. Helbet a girîng ew e ku çawa û ji bo çi dihewîne? Bersîva vê yekê sedema hebûn, erk û berpirsyariya wêjeyê û wêjekaran diyar dike. Ev yek, lêkolîn, nirxandin û dahûrandinên nû û berhemên xurt ên wêjeyî yên ku xwe dispêrin rasteqîniyê wek pêdiviyeke jiyanî datîne pêşiya me û ferz dike ku em li ser bingeha rasteqîniyê, di qada wêjeyê de jî nêrîn, hişmendî û rêgeheke xurt ava bikin û berhemên xurt ên li ser vê bingehê saz bikin. Em bi serbilindî û bextewariyeke mezin dikarin bibêjin ya ku kovara me Destar dike ev e.”
Wêjeya Şoreşger û Sazger
Hevgerînendeyê din ê Kovara Destar Heval Dilbihar jî destnîşan dike ku kovara wan a ku bi armanc û hişmendiya wêjeya kurdewar û gerdûnî tevdigere, bi riya dewlemendiya zimanê kurdî, bi rengekî herî xwezayî giyanekî xwebûnî û gerdûnî yê wêjeyî di nava xwe de dide hewandin û wiha pê de diçe: “Çawa ku wêje hunereke honandin, ristin, raçandin, vegotin, xemilandin û kemilandineke xwezayî, bedew û dahûrîner a xwebûnî û gerdûnî ye, gehwer û rasteqîniya wêjeya ku bi zimanekî wek zimanê kurdî xwezayî, afirîner, tevgir, xwedî kok û gewde, reh û geh, kûr, hûr û dewlemend tê sazkirin xwe digihîne asta herî jor a xwebûnî û gerdûnîbûnê. Ev rastiya dîrokî ya qedîmbûn, resenbûn, xwezayîbûn û civakîbûna ziman û wêjeya kurdî, di nivîsên di kovarê de jî bi rengekî zelal xwe dide der. Ji ber vê yekê, çawa ku destarê zimanê kurdî, jêder û bingeha destarê wêjeya kurd-î ye, bi wê ve têkildar destarê wêjeya kurd-î jî awêne û çavkaniya hest, zanebûn û giyanê pêşvebir, veguherîner, hilberîner û jinûvesazker a destarê jiyana kurd-î ya dîrokî, civakî, çandî û neteweyî ye.”
Dilbihar balê dikişîne ser hêza wêjeyê ya guhertin û veguhertinên piralî û erk û rista wê ya jinûveavakirina civakbûyîn û jiyanê. Bi wê ve têkildar girîngiya kovara Destarê wiha tîne zimên: “Ger wêje erk û rista xwe ya afirîner, şoreşger û sazger baş bîne cih, dikare kelehên zilmê bihilweşîne, çiyayên azadiyê bilind bike, civak û jiyanê ji nû ve saz bike. Ku em bixwazin şoreşa Kurdistanê ya xwebûnî û gerdûnî jî bi ser bixin teqez divê em şoreşa wêjeya kurd-î pêk bînin. Em bi serfirazî dikarin bibêjin ku kovara me Destar di heman demê de qadeke bingehîn a wê şoreşê ye.”
Li Dijî Dem û Çerxa Kujiyê: Destar
Di kovarê de, di sernivîsa ku li ser navê Destar hatiye nivîsandin de, li ser êrişên li dijî kurdî û nirxên kurdewar bal tê kişandin, rist û helwesta kovarê ya li dijî kurdkujî û kurdîkujiyê wiha tê destnîşankirin: “Di vê serdema ku li dijî kurd-î êrîşên gelek hov û piralî tên meşandin de kovara Destar ji bo parastin û pêşxistina ziman û wêjeya kurdî jî cihekî girîng digire. Erka kovarê ya herî bingehîn a li dijî ‘kurdkujî û kurdîkujî’yê pêşxistin û raperandina ziman û wêjeya kurdî ye. Dagirker û desthilatdar, ji bo ku axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ji holê rabe û jiyana bi kurdî di nava civaka kurd de ji holê bê rakirin û di nava demê de kurdî bê tunekirin, an jî bikeve asta herî jêr êrîşên xwe ji her milî ve bi pêş dixin. Di serdemeke wiha ku zimanê kurdî jî wek hemû nirxên din ên kurd-ewar rastî her cureyê bişaftin, qedexekirin, dorpêçkirin û jiholêrakirinê tê de, parastin û pêşxistina kurdî berî her tiştî erk û berpirsyariyeke dîrokî, civakî û neteweyî, kurdewarî, sincî, wijdanî û mirovîn e.”
Di sernivîsarê de, di heman demê de li dijî kurdkujî û kurdîkujiyê banga têkoşîneke piralî tê kirin û wiha tê gotin: “Pêwîst e her wêjekarek, heta her kurdek, li gel meşandina têkoşîna parastin û pêşxistina hemû nirxên kurdewariya azad, bi hiş û giyanekî xwebûnî û gerdûnî, bi rengekî herî afirîner û encamgir berhemên kurdî yên cur bi cur saz bike û ji bo belavbûna wan a bi awayekî herî berfireh di nava ked û hewldaneke mezin de be. Divê em bi hejmar, mijar û naveroka berhemên xwe nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku em wek gelek qadan, di qada wêjeyê de jî dikarin şoreşê pêk bînin û pêşengiya wêjeya cîhanê jî bikin… Divê em ji bîr nekin ku wêjeya neteweyekê çawa dikare pêşengiya avakirin û sazkirina wê neteweyê ya ji her milî ve bike, dikare vê ji bo tevahiya cîhanê jî pêk bîne. Daxwaz, armanc û hewldaneke bingehîn a kovara me Destar a wêjeyî jî ev e…”
Ji bo bidestxistina Kovara Destar têkilî: Hasan DAG Tel: 0552 403 06 97