12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destana Rêwîtiyekê; Nêrîbel 1

Mirov dixwaze bawer bike û bi pêdiviya baweriyê jî dixwaze ji xwe re berhemên çandî ava bike. Ev pêdivî digel xwe avakirin û afirandinan tîne. Çîrok û mîtosên ku bi destê civatê têne afirandin bi hêza civatê têne xwedankirin û zêdetir pêş dikevin. Mirovan li derdorên xwe her çi dîtibin û raweyên van nekaribin bikin xwe li çîrok, mîtos û destanan dane û ev rewşa xwe wiha tena kirine. Qasî ku em dizanin mîtos xwedayî bûn, bi destan û serpêhatiyan dibûne cîhanî. Em dikarin bi vê awayê jî raweyeke din bikin, heke hişê me mîtos avakiribin, binbîra me jî destan û serpêhatî avakirin. Em bi van yekeyan dibînin ku heke civakekê ev yekîne afirandibin û avakiribin, ew civak ji hêla binbîra çandê û hêza xeyalan ve zêde jêhatî ye û zêde pêşketî ye. Kurd miletekî pêşketî ye, hêza binbîrê û hêza afirandinê li cem kurdan pêşketî ye. Çiyayên kurdan ev yek ji wan re pêwîst kiriye, kurdan xwe bi vî awayî xwedan kirine û bi hezaran salan xwe li ser axa xwe parastine, hêlandine.
Li jêrî em dê afiraneke cûdatir, hêzeke binbîrê û baweriyeke xûrt dê pêkre bibînin. Em dê bibînin ku ajalek çawa dibe lehengê destanekê û ev lehengê çawa me ji axa Kurdistanê di bin siha Zagrosan de digerîne. Qasî min bihîstiye û dîtiye çi caran lehengê destanekê nebûye ajalek, ji bilî vê destanê min destaneke din nedîtiye li ser ajalekê remz û hêzên xwedayî hebin û bi van yekeyan ev leheng civatekê ava bike û civatê di dûv xwe de bigerîne.
Ev afiran Nêrîbel e, an ku Nêriyê Belek e. Cihê bûyerê li Colemêrgê Zozanên Gûzereşiyan û Deşta Xanê ye. Hewce ye hinekê qala vê qadê bikim ku hem lehengê xwe hem jî armanca destana xwe baştir bidim fêmkirin.
Deşta Xanê ji hêla ola êzdiyatiyê ve ciheke pîroz e. 7 cihên pîroz yên kesayetên êzidî li vê deverê ne;
Pîr Xidir
Pîr Mend
Pîr Mûs
Pîr Sîd
Pîr Mendê Latê
Pîr Sam
Pîr Tûkil
Her 7 Pîr li vê deverê li cihên cuda hatine spartin. Ji vê qadê ber bi qada Şêxan û Şingalê ve heman nav û cih weke xetekê tên dubarekirin. Weke mînak; Gundê Deryûkê (başûrê Kurdistanê) cihê Pîr Mûsê duyem, gudê Mêdeyê (başûrê Kurdistanê) jî cihê Pîr Mûsê sêyem heye. Heşko ji devera Deşta Xanê ber bi Şêxan û Şingalê ve weke rêka Armûşê rêkeke pîroz a êzdiyatiyê me dide şopandin.
Ez dixwazim deşîfrasyona qeydeke 1980’yan a li vê derê raxim û hinek şîroveyên xwe digel vê bidomînim.
Dengbêj cihê ku Nêrîbel diaxive newayên bizarê dike. Dengên xwezaya Nêrîbelê dertîne, heşko bi qirika nêriyekî distrê.

Dibêje
“Nêrîbelê min belo!
Berbelekê min belo
Rojê li çiyayano
Şevê li rêkano
Bila bi xêr û bêr bêtin bar û keremêt Xidiro”
Di qeydê de ewilî qala cihê bûyera Nêrîbelê dike. Piştre berdewam dike qala çîroka Nêrîbelê dike.
Tomarker; heke zehmet nebe, wextê mamê te dijiya diçin nêçîrê ew nêriyê we girt ka mesela wî çawa bû ji kerema xwe re bo me bêje?
Dengbêj; Em çûn nêçîrê me nêriyek girt, ji mamê min re gotin ka stranekê li ser nêriyan bêje wî jî dest pê kir û ev strane got (Nêrîbel), di cih de nêrî rondik dawerand û girî… me piştî wê bûyerê nêçîra xwe berda û ew Nêrî jî çû.
Tomerker; ji kerema xwe re tu dişêy hinekê behsê vê meselê bikey, ka çîroka wî çi ye û çi bû?
Dengbêj; çîroka strana Nêrîbelê jî bi kurtasî wiha ye: Kaniya Xidrê heye li Gûzereşê, pişt wê derê dolek heye di wê dolê de ji latekê pez derdikevin ji bo Xidir, qudreta xwedê, kevir şeq dibe û pez tên… Ew qas pez hatin, êdî got ya rebî bes e! Beranek hatiye dawiya pezî, niha jî li wê derê şaxên beranî kifş in. Û wiha navê Xidir belav dibe li her deverê dinyayê, şêxek ereban jî dibihe ku mêrikek heye li Gûzereşê pezên wî qudretî ne, pez ji wî re dizayin û diçe zozanan û tê. Şêxê ereban jî radibe pezê wî hemûyê talan dike û dibe. Dibêjin 70 qonaxan bir, bir heta Şengalê devera Êzîdxanê. Li wê derê çendek ma, segek hebû şêxê ereban nêriyê Xidir jî xwedê ezman dayê, axivî digel segî.
Xidir jî her sal çû cihê zoma kaniya Xidirê keproka xwe vedida û rûnişt ji xem û xiyalên xwe.
Dibêjin;
Nêrîbelê ber segê kire dîwan e
Em naxwin giyayê zûran û avên şoran e (Li Şengalê avên bîran in ji ber wê ji avên wê derê re dibêjin avên şoran, hêla Colemêrgê avên çeman in.)
Mêrga zer e jê pîvin heta neçime gepera bêzivê. (Cihê ertûşiyan e, di navbera gare û deriyê keprê ye, zozanên gûzereşiyan e. (an ku cihê nêriyê ku jê çêbû.)
Serikê danim ser ka û giyayan e piştre pêşî girê berxan e (girê berxan ew der e ku pez jê derketin.)
Û heta vî girî nêrî, seg û miha serreş hemû pezên şêxê ereban bi dûv xwe de digirin û tînin ser ava mezin an ku Hêzil, bûmil û xazil. Dema tê ber ava mezin, Nêrîbel bang dike û ber avê selîqeyan dibêje. Av ber wan şeq dibe, av ji qama jêrî û jorî radiweste, nêrî dikeve beriya pezî, seg dikeve dawiya pezî, pezî dibin nav avê av du qet dibe. Şêxê ereban jî tê dibîne ku kotana wî xalî ye, pezê wî hemû birine. Heta tê ava mezin, çawa pez ji avê derbas dibin av jî digehin hev, şêxê ereban nagehê… Şêxê ereban jî dibêje dê bizivirin ev e teybîra xwedê ye, çi ji destê me nîn e. Nêrî pez anîn Spîndara cotik, li wê derê rojê pezê xwe qûnax dikir, şevê bi rê têxist da ku kes nebîne…

Qeydê li vê derê disekinînim. Ji ber ku ji her bendekî hezar şîrove wê derkeve, wa dengbêjê me nû dest bi hêrandina selîqeyên destanê dike. Ez dixwazim ji heta vê derê re wiha bibêjim, civakên di bin zext û zoriyan de mayî, her xwestine xwe bi berhemên çandî bigehînin mirovên xwe yên dûratiyê û xwestine rêkên xilasbûnê, cihên pîroz bi van berheman ve ji bo mirovên xwe aşkera bikin. Gelek mînakên vê yekê di çanda me de hene, ev mînaka Nêrîbelê zelaltir vê yekê nîşanî me dide û dê bide. Em bi vê destana rêwitiyê; Nêrîbelê dê bibînin ku çawa mîtosek çanda me ber bi serpêhatî û destanekê ve diçe û dibe cîhanî. Çawa tiştekî xwedayî dibe xwezayî û çawa tiştekî ji hişê civaka me ava be bi binbîra civakê dibin yên erdî…
Heta ku dexlê destarê vecemînin, bêhna xwe vedin, piştî vecemyanê dê careke din bidomînin hêrandina destana Nêrîbelê.

Dê bidome…