16 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dest danîn ser Haberturk û Show TVyê

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê de Can Holdîng jî di nav de bi giştî dest danîn ser 121 şîrketan. Her wiha dest danîn ser kanalên weke Haberturk û Show TVyê.

Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê, xwediyên Can Holdîngê Mehmet Şakir Can, Kemal Can û Kenan Tekdag jî di nav de ji bo 8 kesan biryara binçavkirinê da. Di serî de Haberturk, Bloomberg û Show TV bi giştî dest danîn ser 121 şîrket û milkê holdîngê û dewrî Fona Sîgorteya Mewduatên Teserûfê (TMSF) kirin.

Hat zanîn ku lêpirsîn, bi sûcdariyên “Avakirina rêxistina sûc”, “qaçaxçitî”, “sextekarî” û “yasayîkirina mal û milkê bi rêya sûc hatiye bidestxistin” hatiye vekirin.

Hat zanîn ku lêgerîna li şîrketan didome.