Li cem me, carna bayê biharê, havînê, payîzê û zivistanê hemû gemarên li der û dora me diavêje hin derên dûr. Ba ye, dilê wî kî alî bixwaze xwe bi wir ve li ba dike. Lê dema ba tê ez qet jê heznakim. Kesek jî ji bayê hempa hez nake. Dîsa di wan rojan de min cil şuştin û dane ber tavê. Ew roj jî wusa kelecanek li ser min hebû, hema min xwe bi xwe re digot; ya bi xêr, ev çi kelecan e di nava dilê min de diçe û tê? Wê rojê wusa ketibûm nava kar û barê malê. Dema ku ez pê hesîyam waye bayekî xurt rabûye, ez fikirîm dibe ku li du wî bayî baran jî bibare. Min bi lez û bez cilên ku li ber tavê raxistîbûn berhev kirin û vegeriyam malê. Min ew bi cîh kirin. Dîsa dest bi karê malê kir. Ev bi salan e ez bi tena serê xwe dijîm, dayik û bavê min rehmet kirine, xwîşk û birayê min zewicîn û çûn, ez bi tena serê xwe mam, lê ev tenêtî jî xweş e carna. Ez nezewicîm, tenê dildarekî min hebû, hat ez xwestim, dayik û bavê min gotin gundê we pir dûr e, em naxwazin keça me here xerîbiyê. Xerîbî? Wan ez nedam, ez jî bi tu kesekî din re nezwicîm. Ewqas xwezgînî hatin, dîsa jî nezewicîm. Ew hêrsa min hê jî derbas nebûye, dildarê min dikarîbû çend carên din jî were xwezgînî, lê nehat, dibe ku ew jî xeyidî be.
Niha ez bûme çendî çend sal. Gelo çima dema dilê min dike pirte pirt ez wî difikirim? Nizanim. Ez bêbextiya wî ji bîra nakim, wê dildariya xwe ya ciwan jî tu caran ji bîr nakim. Rojekê ber êvarê, min dît ku çend heb cîranên min û zilamekî xerîb li ber deriyê min sekinîne, min ew dawetkirim malê, çayê û xwarin û virde û wê de, paşê min ew nas kir, ew bû, lê çi karê wî heye li mala min vê êvarê? Min ji cîrana xwe re got hela ka were vê derê. Dema ew hat li cem min got; keçê, porkurê, te çawa ew nas nekir? Ew xortê ku we dil avêtîbû hev ew e. Min got; Min ew niha naskir; lê çi karê wî heye li vir? Got ew li du desmala te hatiye, li hemû deran pirsiye ku ev desmal ya kê ye? Duh hat li ber derê me, min ew desmala di destê wî de naskir. Ka bêje lê, ew desmala te ji kengê ve li cem wî ye? Min got; ya rastî em jê pirs bikin, gelo desmala min çima li cem wî ye?
Em vegeriyan aliyê oda mêvanan, min jê pirsî ka çawa ew desmala min li ser destê wî ye? Got; rojekê ez derketim ber derî, min dî ev desmal li ber derê min e, dema min ew da ser destê xwe bêhneke xweş hate min, ew bêhn bêhna ciwantiya te bû, ez jî li du vê bêhna te hatim. Heke tu bibêjî erê, ez dixwazim bi xwediya vê desmalê re bizewicim. Nebêje tu heta niha li ku derê bûyî? Ez ji jiyana xwe xeyidîbûm, bi tu kesekî re jî nezewicîm, tenê tu di bîra min de bûyî. Min got; ez dikarim hemû tiştan ji bîr bikim, tenê tiştekî ji bîr nakim. Ka bêje, te çima li ber xwe neda, tu çima reviyayî û çûyî? Te çima ez li van deran tenê hîştim? Dildarî ne karê tirsonekan e, dildarî li berxwedayîn e, ji bo heskiriyên xwe li berxwedayîn e. Te li berxwe neda, te ez li van deran bi tena serê xwe hiştim. Ger te destê min bigirta, min jî destê te bernedida û min ê serî hilda, lê te xwe veşart, te xwe wenda kir. Niha jî di ser de ewqas sal û dem derbas bûye, desmala min li ser destê te û tu niha hatî li ber derê min. Tu pir dereng mayî. Xweziya wê demê te desmala li ser serê min birevanda, wê demê em dikarîbûn bizewiciyana. Ji xwe wê demê hinekan desmalên qîzan direvandin, ne bi dilê wan qîzan, bi zora malbatên wan ji wan gelek ne bi dilê xwe zewicîn. Hinekan jî dixwest dildarên wan desmala wan birevîne û bi hev re bizewicin.
Te qet tiştek ji bo me nekir, te xwe bêdeng kir, min jî ji ber vê bêdengiya te şerm kir û careke din dilê xwe ne avêt kesekî din. ( Li cem me, ew dem, dema xortek desmala li ser serê keçekê rake û here, êdî ew keç ya wî xortî ye, kesên din nikarin herin xwezgîniyê wê keçê, ger dilê wê keçikê di xortî de tune buya jî, dîsa jî ew bi hev re dizewicandin. De were vê jiyanê bifikire ku jiyaneke çawa nexweş e). Ya min, min dixwest ew rojekê were desmala min birevîne, wê demê em dikarîbun bizewicin. Niha di navberê de sed sal derbas bûye, hatiye li ber derê min û dixwaze bi min re bizewice. Dibe ku ger wî bayê hanê desmala min neavêta ber derê wî, qet ji xewa mirinê şiyar nedibû. Ez çawa şikirbûna xwe ji wî bayî re bînim ku em niha rû bi rû ne. Yan ku ev pirsên di nava mêjiyên min de wenda nedibûn. Wî got, ez ji jiyanê xeyidîm, min xwe ji bîra kir, ez jî difikirîm ku dibe ku tu zewicîbî û malbateke te çêbibe, lewma min xwe bêdeng kir, filan û bêvan. Min got; te dikaribû ji min re xeberek bi rêkira, ez çend salan li benda te mam, çavên min li rêya te qerimîn, Her roj li benda xebereke ku tu ji min re bişînî mam. Niha piiir dereng e, tu dereng mayî. Niha rabe here, derkeve ji mala min. Bi van gotinên min cîrana min heyirî ma. Got; keçê, porkurê, piştî ewqas salan derketiye û hatiye li ber lingên te benda efûkirina te ye, tu wî diavêjî derve. Ew li pey bêhna ku li ser desmala te bîra nekiriye, li pey wê bêhnê ewqas rê hatiye, niha tu jê re dibêjî dereng e?
Em di zaroktiya xwe de hevdu nas dikin, ez dizanim ku tim û tim çavên te li rêya wî bû, di wan deman heta niha, me her roj behsa wî dikir, gelo ew ê rojekê derkeve were? Niha hatiye, tu jî wî diavêjî derve. Min got; bila bi gotina te be, ez ê bifikirim, ji xwe ew jî nezewicîye, bila di navberê de demek derbas be, du re em ê binêrin ka çawa dibe. Niha ew vegerîya mala xwe, got ez ê heta demeke din bêm. Piştî çend rojan şûn ve hat: got, min hemû mal û milkên xwe di cî de hişt û ez hatim, ji îro pê de te çi gotiye ew e. Ez niha ewqas rûyê xwe li ber wî xweş nakim, bila di navberê de demek derbas be, em ê ew dem tiştekî bibêjin. Bayê biharê desmala min revand, ne xortekî. Ew jî çû li ber derê dildarê min sekinî. Desmal e ev, dilê wê bi ku de bixwaze wê here wir bisekine. Ez qurbana desmala xwe bim.